3 şehîdên Cenga Mezin li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyên 3 şervanên YPG û Erka Xweparastinê, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê hatin veşartin.

Ji bo oxirkirina têkoşerên azadiyê, şêniyên Hesekê li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan civiyan û ji wir cenazê şervanên Erka Xweparatinê Xidir Hesen û Mihemed El-Ebîd û şervanê YPG`ê Ehmed Xelîf bi navsnav Demhat Hesekê ku di 25`ê mehê de di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, wergirtin.

Welatiyan bi karwaneke ji wesayitan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar. Li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê merasîma leşkerî dest pê kir.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mistefa Mehmûd axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest.

Mistefa got: "Şehîdên me wateya azadiyê nas kirin û bi fedayîtiya xwe azadî diyarî gel kirin."

Her wiha Fermandarê Erka Xweparastinê Rêzan Ebid Ehed Goriya di merasîmê de axivî û da zanîn ku xwîna şehîdan giranbuhaye û her gav wan ber bi rizgarkirina welêt ve dibe.

Paşê nasnameya şehîdan hate xwedin û radestî malbatan hate kirin. Merasîm bi veşartina cenazeyên şehîdan bi dawî bû.