Gelê Til Temir şehîdên xwe veşart

Herekol Gerîla û Ciwan Îbrahîm ên ku li Reqayê şehîd ketin li Til Temir hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Til Temir û şandeyeke ji Desteya Parastinê a Kantona Cizîrê ji bo oxirkirina şervanê YPG`ê Elî Xelîl (Herekol Gerîla) yê ku di 26`ê Hizêranê de, di Hemleya Rizgarkina Bajarê Reqayê de şehîd bûbû û Ciwan Ibrahîm ê ku di 28`ê Hezîranê de, di encama qezayeke trafîkê şehîd bûbû, li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir kom bûn. Girse piştre jî çû Goristana Til Temir.

Li goristanê, piştî merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê Fermandarê Erka Xweparastinê Fayiz Omer, li ser navê YPG’ê Kados Til Temir, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdilbaqî Kûtî û malbata her du cangoriyan axivîn.

Fermandarê YPG’ê Kados Til Temir axivî û got:”Tekoşerên rastî ew in ê ku canê xwe ji bo parastina welatê xwe didin ne yê ku ji bo berjewendiyên xwe, bazirganiyê bi xwîna gelan dikin.”

Her wiha bi navê malbata şehîd Ciwan Ibrahîm apê wî Mûhened Ibrahîm û bi navê malbata şehîd Ehmed Xelîl, bavê şehîd axaftin hatin kirin. Her du malbatan dan zanîn ku ew bi şehadeta lawên xwe serbilind in.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya her her du cangoriyan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên herdu cangoriyan bi tilîliyên dayîkan û sloganên şehîd namirin, hatin veşartin.