Cenazeyê Şervana YPJ'ê Reşhan Avşîn li Amûdê hat veşartin
Welatiyên bajarê Amûdê û gundewarên wê cenazeyê şervana YPJ'ê Rehşan Avşîn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a bajarê Amûdê veşartin.
Welatiyên bajarê Amûdê û gundewarên wê cenazeyê şervana YPJ'ê Rehşan Avşîn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a bajarê Amûdê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Mele Ehmed(Rehşan Avşîn) ku di 24`ê Hizêranê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê wergirtin.
Piştî ku şêniyên bajarê Amûdê cenaze wergirtin, bi karwanekî berê xwe dan goristana Şehîd Îsmaîl Hogir. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Rehşan, ala û sembolên şoreşa Rojava rakirin.
Di merasîmê de Hevserokên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk ê bajarê Amûdê Selman Şêxî û Fatime Silêman, Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, şervanên YPG, YPJ, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Seîd Ferso, amade bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanên YPG û YPJ`ê merasîmekî leşkerî li dar xistin. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Seîd Ferso axivî û sersaxî ji malbata şehîd Rehşan re xwest. Seîd da zanîn ku biratiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk wê bi ser bikeve.
ji Fermandarên YPG`ê Zelal Amûd soz da ku rêya şehîdan bişopînin û Sûriyeya Demokratî ava bikin.
Piştî axaftininan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Her wiha bi navê malbata şehîd Rehşan meta wê axivî û soza berdewamiya rêya şehîdan da û got ku ew bi şehîdbûna Rehşan ser bilind in.
Piştre cenazeyê şervana YPJ'ê Rehşan Avşîn bi dirûşme û tilîliyên dayîkan li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir hat veşartin.