Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê gundên Şehba û Efrînê vala dike
Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê de, ji bo ji Til Rifatê heta Marea xeta leşkerî îlan bike, gundên Kurdan ên li ser xeta Şehba û Efrînê vala dike.
Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê de, ji bo ji Til Rifatê heta Marea xeta leşkerî îlan bike, gundên Kurdan ên li ser xeta Şehba û Efrînê vala dike.
Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya li Efrîn û Şehbayê bike, bênavber hêzên xwe vediguhezîne xeta Ezaz, Raî, Exterîn, Marea û ji bo bicihkirina hêza leşkerî her wiha hewl dide herêmên nû veke. Tevî qereqolên beriya niha li vê herêmê çêkiribû, qereqolên nû çêdike û hin herêmên gund lê ne weke qada leşkerî îlan kiriye.
GUNDÊN KURDAN TÊN VALAKIRIN
Dewleta Tirk, dem da gundiyên li herêma Ezaz, Exterîn, Raî û Şehbayê ku gundên xwe vala bikin. Gundên Kurdan ên li herêma Şehbayê, gundên bi hêzên Ceyş El Siwar û YPG'ê re sînor in. Gundên ku bi zorê ji wan tê xwestin di nava rojekê de werin valakirin ev in: Xuz, Tweys, Qubbesin, Eble, Tel Tana, Teletin, Şudud, Baruze.
Ji gundiyan re hate ragihandin, ku ji bo êrîş li Şehbayê werekirin ev gundên navborî weke herêma leşkerî hatine îlankirin û ji bo hîn bêhtir hêzê lê bicih bikin, divê gundan vala bikin.
GUNDÎ: JI DAIŞ'Ê XERABTIR IN
Gundiyekî ji Şududê ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, ku ti cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de nîne û got, "Komên Tirkmen ku çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve ne, wextekê gundê me kontrol kirin. Wê çaxê hê destpêka şoreşê bû. Hin kom hingî tam neketibûn bin kontrola Tirkiyeyê. Tirkmenên rastî bûn, lewma zêde zext li me nekirin. Piştre Nûsra û DAIŞ'ê gundê me kontrol kirin. Nûsra û DAIŞ'ê zext li me kirin. Dest danîn ser beşek ji malên me. Lê dewleta Tirk niha radibe ji me re dibêje, 'ti karekî we li vir nîne, cihê we li vir nîne, hûn diçin ku derê biçin wir'. Ya ku dewlet û artêşa Tirk dike, DAIŞ'ê jî nekir."
Tê gotin, ku valakirina gundan yekser bi destê efserên Tirk ve tê kirin.
Gundiyekî ji Tweysê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ev agahî da:
"Dewleta Tirk di her firsendê de hewl dide nîşan bide ku bêje 'Artêşa azad heye, bi wan re vê dike'. Em koma bi navê artêşa azad baş nas dikin. Em baş dizanin bê di nava van koman de kî hene. Di nava van koman de hema bêjin qet Sûriyeyî nîne. Yên weke Sûriyeyî di nav de cihd igirin jî, temamiya wan bi MÎT'ê re dixebitin. Ez van hemûyan baş nas dikim. Berê endamên îstîxbarata rejîma Baasê bûn, niha jî ji MÎT a Tirk re dixebitin. Yên ku dixwazin em gundên xwe vala bikin, yên ji bo vê yekser bi me re axivîn efserên artêşa Tirk bûn. Ji bilî Tirkî bi ti zimanê din nizanî bûn."
'GELO HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RADIZÊN!'
Gundiyê Twesyî anî ziman, ku fermandar û leşkerên artêşa welatekî din, li gorî qanûnên navneteweyî nabe ku bikeve nava axa welatekî din û bixwazin gundên vî welatî were valakirin. Gundî destnîşan kir ku ev yek rewşeke sosret û dagirkerî ye û got, "Ev der welatê me ye, axa me ye. Ti hêz nikare me ji vir derxîne. Di serî DYA, Rûsya, gelek welat qala yekparebûn û yekîtiya welatê Sûriyeyê dikin. Lê Tirkiye hatiye axa me dagir kiriye, me ji gundên me derdixîne. Lê deng ji van hêzan nayê. Weke welatiyên Sûriyeyê em vê yekê weke dagirkeriyê dibînin. Gelo hêzên deng dernaxînin radizên li pêşberî vê dagirkeriyê? Eger ranazên wê demê şirîkê vê dagirkeriyê ne."
GEFA 'AMADE BIN' LI GELÊ MAREA HATE XWARIN
Artêşa Tirk bi ragihandina qada leşkerî re gundên Kurdan vala bike. Ji gelê Marea jî xwest ji êrîşê re amade be. Ji gel hate xwestin, ku dema êrîşa li Şehbayê dest pê kir di nava du saetan de Marea vala bike."