Cenazeyên 9 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Efrîn, Qamişlo û Tirbespiyê cenazeyê 9 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibûn hatin veşartin.
Li Efrîn, Qamişlo û Tirbespiyê cenazeyê 9 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibûn hatin veşartin.
LI EFRÎNÊ CENAZEYÊ 5 ŞERVANAN HATIN VEŞATIN
Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyên 5 şervanên Cebhet El-Ekrad û Hêzên Eşîreyan ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Refîq û gundê Ehrez veşartin.
Welatiyên Efrînê cenazeyên têkoşeran ″Mihemed Xelîl (Sîpan), û Tariq Selûm ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê, Elî Hemûş ên ku li herêmên Şahbayê û şervanên Cebhet El-Ekrade Ebû Cîhad û Harûn″ ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Xeyriye Elo û Berdevkê Lîwa Şemal Demokratîk Xalid Zêno axivîn, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.
Di dawiya merasîm de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên ″Mihemed Xelîl, Tariq Selûm û Elî Hemoş″ li goristanê hatin veşartin.
Li ser daxwaza malbatê jî cenazeyên Ebû Cîhad û Harûn li goristana gundê Ehrez hatin veşartin.
LI TIRBESPIYÊ JÎ CENAZEYÊ 3 ŞERVANÊN YPG’Ê HATIN VEŞATIN
Bi sedan Welatiyên herêma Tirbespiyê jî cenazeyên 3 şervanên YPG′ê Egîd Ebdullah (Egîd Tirbespiyê), Hisên Wehş (Orkêş Zap) û Îsam Remo (Zinar Tirbesiyê) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve ketin rê.
Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Celal Hisên, li ser navê YPG′ê Mihemed Zêdan, li ser navê Partiya Modernîteya Demokratîk Fîras Qesas û li ser navê malbata şehîd Zindar, bavê wî Mihemed Remo axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û hat diyarkirin ku bi saya berxwedana şehîdan, gelê Bakurê Sûriyeyê bi azadî dijî.
Bavê şehîd Egîd û şervanê YPG′ê Mihemed Xêr Ebdullah ku wî û kurê xwe Egîd di heman çeperê de şer dikirin, axivî û wiha got: ″Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê re, kurê min xatir ji min xwest û got em hevdu nabînin heta rizgarkirina Reqayê yan serkeftî yan jî, şehîd.″ Mihemed Xêr soza şopandina rêya kurê xwe da.
Piştre dayîka şehîd Egîd jî strana ku kurê wê her jê re distira, got.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.
LI QAMIŞLO JÎ CENAZEYÊ MÛRAT QAMIŞLO HATE VEŞARTIN
Welatiyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê jî cenazeyê şehîd Mûrad Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Silêman axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û êrîşên li ser Kantona Efrînê şermezar kir.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata şehîd hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşim û tilîliyan hat veşartin.