Ji artêşa talanê reviya û beşdarî QSD’ê bû
Ehmed Cûma yê ku berê beşdarî çeteyên bi navê Ceyş Teherî El-Siriye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bûbû got, "Ew artêşa dolaran e, peywira wan talan û dizî ye."
Ehmed Cûma yê ku berê beşdarî çeteyên bi navê Ceyş Teherî El-Siriye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bûbû got, "Ew artêşa dolaran e, peywira wan talan û dizî ye."
Ehmed Cûma yê 25 salî yê ku ji ajansa ANHA’yê axivî diyar kir ku ew beşdarî çeteyên Ceyş Teherî El-Siriye yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker bûbû got ku wî li Tirkiyeyê karê avahiyan dikir û pişte tevlî çeteyên bi navê Ceyş Teherî El-Siriye bûye.
Ehmed diyar kir ku ew 20 rojan di nav çeteyan de maye û got, “Koma çeteyên Tirkiyeyê yên ku vê dawiyê wekî Mertala Firatê çêkirine, hewl dide komên bi navê Mertala Idlibê jî çêbike. Tenê wek artêşeke pereyan e û ne ji bo azadiyê û rizgarkirinê ye. Ew artêşa Dolarê ye, karê wan talankirin dizî ye û dixwazin di nav komên çeteyan de aloziyan çêbikin. ʺ
Ehmed wiha diyar kir ku wî azadiya ku çete û artêşa Tirk a dagirker îdiaya wê dikin di nava wan koman de nedîtiye û wiha dom kir, “Ew berjewendiyên dewleta xwe pêk tînin, çete jî li pey wan diçin da ku berjewendiyên kesayetiya xwe bi cih bînin.ʺ
‘LI WAN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TALAN Û ZILM HEYE’
Ehmed bal kişand ser wê yekê ku herêmên Cerablûs, Ezaz, Babê û Raî bûn wek herêmên Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: ʺWelatiyên Sûriyeyê di wan herêman de bê nirx û bêqîmet in. Cudahiyeke mezin di navbera Minbic û Cerablûsê de heye. Di Minbicê de azadî, demokrasî û aramî heye, berovajî wê yekê li herêmên ji aliyê atêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin zulm, dizî û talankirin heye.ʺ
Ehmed Cûma yek ji dehan ciwanên ji nava komên çeteyên artêşa Tirk a dagirker veqetiyaye û xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kiriye. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rewşa wan ciwanan li ber çavan re digire û wan vedigerîne malbatên wan.
Ehmed Cûma biryarê distîne ku beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibe û welatê xwe biparêze.
Hin ji ciwanên ji komên çete vediqetin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yan jî QSD`ê dibin.