9 cenazeyên çeteyan radestî Heyva Sor hate kirin
Cenazeyên 9 çeteyên ku di encama êrîşên çeteyên Kalkana Firat û artêşa Tirk ên li ser Gundê Eyn Deqnê yê girêdayî Kantona Efrînê de hatibû kuştin, radestî Heyva Sor hate kirin.
Cenazeyên 9 çeteyên ku di encama êrîşên çeteyên Kalkana Firat û artêşa Tirk ên li ser Gundê Eyn Deqnê yê girêdayî Kantona Efrînê de hatibû kuştin, radestî Heyva Sor hate kirin.
Cenazeyên 9 çeteyên ku ketibûn destê şervanan wê bi rêya Heyva Sor a Kurd radestî malbatên wan bên kirin.
Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê ku di bin sîwana QSD′ê de tev digerin, ragihandin ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Eyn Deqnê de herî kêm 30 çete hatin kuştin, bi dehan çete jî birîndar bûn. Cenazeyên 9 çeteyan ketin destê şervanan. Lê ji ber topbarana artêşa dagirker a li ser gund û herêmên derdorê, cenaze hê li qada şer li erdê ne.
Şervanên Hêzên Şoreşger, ji bo cenazeyên 9 çeteyên ku di şer de hatibûn kuştin radestî malbatên wan bikin, radestî tîmên Heyva Sor a Kurd kirin.
Tîmên Heyva Sor a Kurd jî wê bi malbatên wan re bikeve nava têkiliyan ji bo cenazeyan radestî malbatên wan bikin.