YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 4 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin 4 şervanên di navbera 11-15'ê Tîrmehê de şehîd bûne û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Pêngava Rizgarkirina Reqqa bi dijwarî dewam dike. Pêşketinên şervanan di nav taxên bajarê Reqayê ji çar aliyan ve didome. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de her kêliyê de şerên dijwar diqewimin û bi hemû astengiyên çeteyan ji bo pêşîgirtina pêşdeçuyîna şervanan jî pêngava dîrokî ya dawîkirina hebûna çeteyan li herêmê dewam dike.

Di navbera 11-15'ê Tîrmehê de 4 hevrêyên me li Reqayê li hember çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û rizgarkirina taxan de rolên girîng leyîstin, gihîştin şehadetê.

Em YPG û YPJ di şexsê şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Sersaxiyê ji çar malbatên şehîd û hemû gelên me yên berxwedêr re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Hemo Qamişlo

Nasnav: Hemo Qamişlo

Nav û Paşnav: Zeydan El Nihar

Navê Dayikê: Yazî

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 11 Tîrmeh 2017

Hemûdê Qamişlo

Nasnav: Hemûdê Qamişlo

Nav û Paşnav: Hemed Seyîd

Navê Dayikê: Gûlê

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 15 Tîrmeh 2017

Murad Qamişlo

Nasnav: Murad Qamişlo

Nav û Paşnav: Mazin El Liweyser

Navê Dayikê: Neda

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 15 Tîrmeh 2017

Serhed Qamişlo

Nasnav: Serhed Qamişlo

Nav û Paşnav: Elî Bêzê

Navê Dayikê: Ekrama

Navê Bav: Ebdilbaqî

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 15 Tîrmeh 2017