YPG wê termê çeteyan radestî malbatên wan bike

YPG'ê û Hêzên Şoreşger ji malbatên çeteyên ku duh êrîşî gundê Ên Deqnê kirin xwestin, ku bi wan re bikevin têkiliyê, ji bo ew termê çeteyên hatin kuştin radestî wan bikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji malbatên çeteyên duh êrîşî gundê Ên Deqnê kirin xwest, ku ji bo cenazeyên xwe rakin, bi wan re bikevin nava têkiliyê.

Daxuyaniya YPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Ji çanda YPG û hêzên Şoreşer a parastina mirovahiyê û di çarçoveya niyeta rast de, her wiha da ku rijanda xwîna gelê Sûriyê raweste, Fermandariya YPG'ê radigihîne ku ew mijara termê çeteyan ên ji Sûriyeyê naxe nav mijar danûstendin û navbênkariya bi ti aliyan re.

LI ser vî esasî em ji malbatên kuştiyan reca dikin ku bi awayekî yekser bi me re bikevin nava têkiliyê û termê kuştiyên çeteyan ên ji sûriyê werbigirin."