Li Cizîrê bi beşdariya hezaran kesî meşek hate lidarxistin

Li Cizîrê bi boneya 5’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi beşdariya hezaran kesî ve meşek hate lidarxistin.

Di salvegera 5’emîn a Şoreşa 19′ê Tîrmehê de bi beşdariya hezaran kesên li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi dirûşmeya ″Şoreşa Rojava Şoreşa rûmet û azadiya gelane″ meşek hate lidarxistin. Bi hezaran kes bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartan daketin qadan.

Di mitîngê de Hervserokê Meclîsa bajarê Qamişlo Feyrûşah Remezan axivî û diyar kir ku ev 4 roj in amadekariya roja salvegera şoreşa 19′ê Tîrmehê dikin û wiha got: ″19′ê Tîrmehê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê rojeke girîng e û derbeyeke mezin ji bo dijminên mirovahiyê ye.″

Mitîng bi dirûşmeyên ″Bijî Rêber Apo″ û ″Bê Serok jiyan nabe″ ve bi dawî bû.