Li Reqayê 32 çete hatin kuştin

Li Reqayê di şerê 24 saetên dawî de 32 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, ku çeteyên sekvan û pisporê bombeyan jî di nava wan de hene.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nava bajarê Reqayê de her bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê ku Pira El Cedîd kontrol kirin û ketin nava taxa Nezlet Şîhada, li vê derê li dijî çeteyan şer kirin. Di şer de 5 çete hatin kuştin û doçkayek û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.

Li taxa Reqa ya Kevn jî nîvê şevê şerekî giran qewimî. Vî şerê li dora Mizgefa Etîqê heta ber destê sibehê dewam kir. Di şer de 12 çete hatin kuştin, ku 3 sekvan, berpirsyarekî çapemeniyê û pisporekî bombeyan jî di nav de ye. Şervanên QSD'ê her wiha derb li panzereke çeteyan xistin û çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.

Li taxên El Berîd û Diriyayê, di şer de 6 çete hatin kuştin. Şervanên QSD'ê li taxa Yermûkê jî ku du roj berê rizgar kiribûn, dest bi lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan kirin. Gelek çek û cebilxaneyên çeteyan li vê taxê hatin dîtin. Di nava van cebilxaneyên hatin desteserkirin de çeka lav a artêşa Tirk û fuzeyên ku ber bi tînê ve diçe, hene.

Şervanên QSD'ê li nava taxa Hîşam Bîn Ebdulmelîk a li başûrrojhilatê bajêr jî bi pêş ve diçin. Li vê taxê di şer de 9 çete hatin kuştin.

Li hemû eniyan, di şer de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn.