Navenda Ragİhandina YPGʹê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku Artêşa Tirk û çeteyên girdayî wê derbên giran xwarin.
Daxuyaniya YPGʹê wihaye:
"Êrîş û zêdegaviyên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê didomînin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêde kirin.
Encamên êrîş û zêdegaviyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 3 rojên dawî wiha ne;
15'ê Tîrmehê saet 20:00'an heta saet 23:00 çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê û bi çekên BKC êrîşî eniya Başemrê yên girêdayî Şêrewa kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrîşî eniya Girê Barîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîn kirin.
16'ê Tîrmehê saet 05:00ʹan çeteyan bi obusan û saet 20:00ʹan jî bi çekên doçka êrîşî Maranezê yê girêdayî Şera kirin. Heman rojê saet 08:00 artêşa Tirk û çeteyên xwe bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha hêzên me saet 10:00 bi çekên navîn li çeteyên ku dixwestin li eniya Başemrê çeperên nû ava bikin xistin. Di encam de çete hatin rawestandin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de hêzên me li herêma Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bi çekên BKC bersiv dan êrîşên çeteyan. Di heman rojê de saet 16:30an de artêşa Tirk û çeteyên wî bi gulleyên tangê êrîşî Başûrê Efrînê kirin. Ji aliyê din ve artêşa Tirk li gundê Koran yê girêdayî Kobanê sivîlan gulebaran kirin û di encam de sivîlek birîndar bû. Sivîlê birîndar ji aliyê hêzên me ve hat dermankirin.
17'ê Tîrmehê saet 09:00ʹan de artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin bi panzêran êrîşî herêma Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrîn kirin. Di encamê de 2 noqteyên ku di destê hêzên rejîma Suriyê de bûn leşkerekî rejîmê dîl kete destê çeteyan. Her wiha dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin pêş de werin rastî berxwedana hêzên me hatin û di encam de şerekî dijwar qewimî. Di encam de êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wî têk çû û hêzên me li herêmê dest bi operasyona paqijiyê kirin.
Her du noqte ji çeteyan hatin paqijkirin û di encam de çeteyek dîl hat girtin, 30 çete hatin kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûn. Li gorî ku hatiye tespîtkirin ji çeteyên hatine kuştin 5 jê leşkerê artêşa Tirk in û ji çeteyên ku birîndar bûne jî 9 jê leşkerê artêşa Tirk in. Her wiha termê 9 çeteyan ketin bin kontrola hêzên me. Di şer de 2 panzêr hatin rûxandin û pîkabeke leşkerî jî ket di bin kontrola hêzên me. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan jî di arazî de mane û rexmê hemû hewldanan nikarin kuştî û birîndarên xwe ji herêma şer derxin. Şerê li herêmê bi çekên giran û ferdî berdewam dike. Ji aliyê din ve topbarana artêşa Tirk a li ser Eyn Deqnê, Minnix û Belûniyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bi topên hawan, obûs, katyûşa û bi dronê berdewam dikin. Di tevahiya şer de yek jê giran bi giştî 4 şervanên me bi lehengî li berxwe dan û birîndar bûn.