Di festîvalê de berxwedana Şehba û Efrînê hate silavkirin
Di Festîvala 19’ê Tîrmehê de berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêrtînger û çeteyan a li herêma Şehba û Kantona Efrînê hate silavkirin.
Di Festîvala 19’ê Tîrmehê de berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêrtînger û çeteyan a li herêma Şehba û Kantona Efrînê hate silavkirin.
Piştî merasîma leşkerî ya bi heybet Fermandara YPJ`ê Fîdan Kobane û Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim axivîn.
‘BI SAYA FELSEFEYA OCALAN GELÊ KURD PÊŞVE DIÇIN’
Fermandara YPJ`ê Fîdan Kobane di destpêka gotina xwe de salvegera 5`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû gelên Sûriyeyê pîroz kir.
Kobanê got:ʺ Bi saya fikir û felsefeya Rêber APO gelê Kurd gihîşte deskeftiyên ewqas mezin.ʺ
Kobanê ya ku berxwedaniya gelê herêmên Şehba û Kantona Efrînê silav kir, wiha pêde çû: ʺDivê were bîra Tirkiyeyê ku çeteyên DAIŞ`ê di êrîşa xwe ya li ser Kobanê de têkçûn. Efrîn jî wê li dijî êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê li ber xwe bide û wê biserkeve.ʺ
‘ROJAVA WELATÊ GELANE’
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî di festîvalê de axivî û got:ʺ Sûriye ya ku bi yek rengî, yek alê û yek netewê dihat naskirin, bi saya keç û xortên Rojava bû welatê hemû pêkhateyan.ʺ
Muslim di nava gotinên xwe de got ku Kobanê berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav dike.
Festîval bi hemû coşa xwe dewam dike.