Şervanên Eyn Daqnê: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Şervanên YPG û YPJ'ê, ku li Eyn Daqnê bersiveke tund da artêşa Tirk û çeteyên wê û kirin ku xwe vekişînin, anîn ziman ku ew ê rê nedin dagirkeriyê.
Şervanên YPG û YPJ'ê, ku li Eyn Daqnê bersiveke tund da artêşa Tirk û çeteyên wê û kirin ku xwe vekişînin, anîn ziman ku ew ê rê nedin dagirkeriyê.
Artêşa Tirk û komên wê yên çete, ku qîma xwe bi beşeke Şehbayê nanîn û ji bo dagirkirina temamiya Şehba û Efrînê êrîşên xwe zêde kirin, li Eyn Daqnê li bin guhê berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ketin. Çeteyên Tirk ji 30 kuştiyên xwe 9 term li paş xwe hiştin û neçar man vegerin Ezazê. Şervanên li gundê Eyn Daqnê ji ANF'ê re axivîn.
Şervanê YPG'ê Çekdar Rotarîda diyar kir, artêşa Tirk çeteyên xwe daye pêş, bi koordîne û alîkariya teknîkî destek daye wan û destnîşan kir, ku ev êrîşa hevpar a artêşa Tirk û çeteyên wan hatiye şikandin.
BI LEZ Û BEZ REVIYAN
Çekdar Rotarîda anî ziman, ku êrîş ne tenê hate şikandin, her wiha çeteyan gelek termên xwe û wesayita zirxî li pey xwe hiştin û reviyan. Rotarîda got, "Di nava van miriyan de leşkerên Tirk jî hebûn. Em niha li çeperên xwe ne. Li dijî her şêwe êrîş û hewldanên dagirkeriyê, bersiva me wê tund be."
MESELE NE TENÊ GUNDEK E
Şervanê YPG'ê Rotarîda destnîşan kir, ku armanca artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê êrîşa li dijî gundekî ye û ragihand, dixwazin ji vê derê dewam bikin, piştre êrîşî Balafirgeha Minixê bikin û dûre êrîşeke mezin bibin ser Efrînê. Rotarîda got, "Êrîş bi ser neket, wê bi ser nekeve jî. Ne artêşa Tirk a dagirker, ne jî çeteyên wan wê nikaribin ji van çeperan derbas bibin. Em ê rê nedin dagirkeran."
EFRÎN WÊ TIMÎ AZAD BE
Yek ji berxwedêrên Eyn Daqnê şervana YPJ'ê Arjîn Agirî jî bibîr xist, ku bi hêzeke mezin a însan û teknîkê êrîş li çeperên wan hatiye kirin û got, hemû şervanên wan bi rengekî cidî û biryardar li ber xwe dane. Şervana YPJ'ê Agirî got, "Efrîn wê her tim azad be. Ne tenê hewldana dagirkirina Efrînê, em hemû hewldanên dagirkirina herêmên din ên welatê xwe qebûl nakin. Dewleta Tirk wê ji Efrînê bê vegirtin."