Gundê me li ser rêya Helebê li başûrî bajarê Kobanê bû. Her roj dihatim bajêr ji bo dibistanê û her roj çavên min li çopa bajêr ku bi zanebûn li ber deriyê bajêr davêtin diket. Rejîma Baas dixwest bibêje va bajarê Kurdan e, bi çopê dest pê dike. Ji xwe rejîma Baas kesek ji bajêr nedikir kar û barê xizmeta bajêr. Hêrsa min li hember rejîma Baas di wê çopê de dest pê kir. Hher Kurdek an her yek li Sûriyê dijî, rejîma Baas kulek xistibû dilê wî. Çemê Firatê di nav ereziya Kobanê re derbas dibe, lê xelkê Kobanê deh salan bê ava vexwarinê bûn, ji xeyinî wê xelk bê kar û debar hiştibûn. Lewma miletê Kobanê li her derê cîhanê belav e, karê herî zor û zehmet dike (xeraz e, bilok çêkirin, avakirina bînatan .....hwd) carekê ez bi bavê xwe re çûm Şamê. Em di taxeke xweşik re derbas bûn. Bavê min got "Ev tax ser pişta me ava bû, ez di vir de dixebitîm." Rejîma Baasê hemû hêviyên civakê bi taybetî yên ciwanan pûç kiribû. Berê her ciwanekî li reva dervayî welêt bû. Tê bala min e li zanîngehê hevalekî me çû Ewropayê. Bi rojan pesnê wî dihat dayîn ku çawa jêhatiye û xwe ji vê rewşê xelas kir. Ruxmî wê kesên hêvî û îsrar diçandin jî hebûn ew jî hevalên di nav gel de kar dikirin. Heta carekê hevalekî min ji min pirsî û got ev hevala ne ya çar salan berê ye? Min got erê. Got "Ma nawestê ev çar sal û her dibêje em ê bi ser bikevin." Erê ew heval ji tevgera azadiyê bû di nav ciwanan de dixebitî. Hinek hêvî û cesaretê berçav hebû, ew jî ji serhildana 12 Adarê werdigirtin. Wê dema serhildanê dapîrê min got "Dinya bû kurmancî." Wateya xwe ew e di serdema Osmanî de ku Kurdan leşkerên wan diqewitandine êdî her kesê ku pişta xwe bi leşkerên Osmanî qewîn dikir an zilm bi rêya wan dikir xelkê tola xwe hil dida û îradeya xwe dixistin dewrê. Lewma jê re digotin dinya bû Kurmancî. Ew tirs û xofa ji rejîma Baas di 12 Adarê dema Nehim (dînê Kobanê) çû şûna mudûrê herêmê rûnişt û mora wî rakir ew tirs û hêbeta rêjîma Baas bi salan çandîbû, hemû hat hilweşandin. Piştî wê rejîm bêhtir har bû. Bi sedan Kurd girtin xistin zindanan. Birçîbûn zêde kir li herêmên Kurdan. Lê nikaribûn hêviyê û vîna gel bişikîne. Her kes li hêviya teqandin û guhertinekê bû. Kurd li rojava bi hev re bûn. Li zanîngehê hevalên me yê Ereb digotin xweziya em jî wek xort û keçên Kurdan bi hev re bûna. Şoreşa bihara gelan li Tûnisê dest pê kir lê bandora xwe yekser li Sûriyê û bi taybetî li Kurdan kir. Ji ber Kurd xwedî tecrûbe, hêvî û cesaret bûn, rejîmê ev tişt xweşik dizanibû. Wê demê bendên kontrolê yên rejîmê ku nasname dixwastin û zanibûn tu ji herêmên Kurdanî digotin serserê min derbas bin. Dizanibûn Kurd bi hev re ne û hewldanên ku xwe nerm bikin ji bo kurdan jî hebûn. Lê tiştê bi salan hatî çandin bi roj û şevekê ji bîr nabe. Li her deverên Sûriyeyê xwepêşandan çêbûn, li rojava jî dest bi meşan bû. carekê li Kobanê ez tevlî meşeke tensêqiyatan bûm, silogan bi zimanê Erebî ji bo her deverên Sûriyê hatin avêtin û ala qaşo ya şoreşa Sûriyê hat hildan. Wê rojê min his kir ku ev der ne Kobanê ye û ew xelkê siloganan davêjin jî ne ji Kobanê ne. Bi rastî jî derket ewên meşê birêve dibin û siloganan diavêjin ji dervayî Kobanê hatine. Li aliyekî din Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM meş lidar dixistin bi reng û dengê kurdî bû. Lewma her çû û hejmar zêde dibû her çû û xelkê xwe di van çalakiyan de didît, heta şeva 19 Tîrmehê êdî gelê Kobanê biryar de ku rejîm ji bajêr derkeve. Her kes di cem xwe de yên bi ço û yên bi qilêşan ji malên xwe derketin û berê xwe dan avahiyên ku endamên rejîmê tê de bûn. Li seranserê Sûryeyê wê demê kuştin û talan kirin dest pê kiribû. Lê xelkê Kobanê û rêveberiya wê dema ku şoreşê dest pê kir. Biryar dan ku bi kuştina çend kesan kîn û zexta ser me rihet nabe. Lewma hemû endamên rejîmê dîl girtin. Lê ya balkêş di wê demê de çêbû ku xelkê Kobanê hemûyan dixwest bikevin avahiyên rejîmê. Ji ber berî wê kesekî nedixwest ber wan avahiyan re derbas be û ne jî kesek meraq dikir têkeve. Têketina wir tê wateya girtin û eşkence, ew xeyal û têkoşîna bi salan di roj û şevekê de gavên pir mezin hatin avêtin. Di malan de me nikaribû paçê kesk, sor û zer li gel hev bihewînin. Ew reng li ser avahiyan hatin hildan. Raste her kesî dizanibû wê roj were, lê her kesî digot em nabînin wê rojê, wê yên pişt me bibînin. Ji nişkan ve her kesî dît. Wê rojê hinekan bawer nedikir digotin ev xewne an rast e. Piştî roja 19 Tîrmehê 2012'an de êdî cîhan li Kobanê bû Kurmancî heta bayê dihat dîsa bibû kurmancî...