YPG: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilm û zordariyê bû kelha berxwedanê
Femandariya Giştî ya YPG: Em ê bendekî bi hêz li dijî hewildanên dijberên şoreşa me dikin hedef, bisekinin. Em ê li ser soza bi şehîdan re wefadar bin.
Femandariya Giştî ya YPG: Em ê bendekî bi hêz li dijî hewildanên dijberên şoreşa me dikin hedef, bisekinin. Em ê li ser soza bi şehîdan re wefadar bin.
Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi boneya 5`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku ji Kobanê destpê kir, daxuyaniyek nivskî weşand û got ku bi saya fedekariyên mezin ên hêzên me û xwîna şehîdên me yên giran buha, serdemeke nû ya azadiyê û mirovahiyê di asta herî bi nirx de, li ser rûpelên dîrokê hatin xêzkirin.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
ʺGelên herêmê di serdemên dirêj de rastî zordestiyê û dîktatoriyê hatin. Di bin navê neteweperestiyê û rêgeza olperestiyê de, civak kirin bin hukmê xwe û bi zordestiya xwe ew dorpêç kirin. Li hemberî xebat û çalakiyên çareserkirina aloziyan, van rejîmên desthilatdar xwe feriz dikirin û dibûn asteng. Desthilatdariya hakim zilma xwe ferz dikir, êşkince di zîndanan de pêk danî û siyasetên tirsê û qirkirinê didan meşandin. Rewabûna xwe jî ji siyaset û berjewendiyên derve ku li hemberî berjewendiyên gelan radiwestîn, digirtin. Rewşa nezanî û parçebûna ku wan rejîman afirandine û tova fîtneya neteweperestiyê û tayifeperestiyê çandine û bi vê yekê siyasetên xwe li ser civakê feriz kirin. Wiha jî siyaseyên xwe yên desthilatdariyê û talankirina xêr û serwetên gelan didomandin.
‘19’Ê TÎRMEHÊ LI DIJÎ ZILMÊ Û ZORDESTIYÊ BÛ KELHA BERXWEDANÊ’
Ji ber ku sînorên sebrê li ba gelan nema û ji ber ku enerjiyeke mezin jî hene da di rûyê zodestan de derkevin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku çirûska wê ji Kobanê destpê kir, rabû û li dijî zordestiyê, teror û berjewendiyên siyasî yên derve bû kela berxwedanê. Li her aliyên Rojava wek agir gûr bû. Şoreşê destpêkirina berbangeke nû ya piştî şeveke dirêj ji zilm û zordestiya di dîroka Rojava û Sûriyeyê de nîşan da û ragihand ku dawiya rejîmên zordest hatiye.
Îro bi hevdana rûpela 5`emên salvegera destpêkirina Şoreşê re, ji her demekê zêdetir ber bi pêkanîna serkeftinên zêde ve diçin. Encamên wê yên mezin jî li ser erdnîghariyê diyar dibin. Gelek gund û bajar ji rêxistinên terorîst tên rizgarkirin û gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê li wê derê dibnin yek û sîstemeke rêveberî û projeyeke siyasî wek ji tevahî gelên Sûriyeyê re datînin. Bi sîstema xweparastinê re hêza xwe ya parastina nirx û destkeftan mezin kir û bi sîstema civaka exlaqî û siyasî dikare dada civakî bi cih bîne.
‘SERKEFTINA ŞOREŞÊ MULKÊ HEMÛ GELANE’
Şoreş û destkeftên wê li xweşiya gelek rejîmên desthilatdar ên herêmê nehat û li dijî wê komplo pêk anîn. Komên çekdar li dijî şoreşê anîn ba hev û bi rêxistinên terorîst re bûn hevkar da wê di Kobanê de biferisînin. Lê şoreşê ew ebeya şer çirand û li dijî terora ku dijberiya mirovahiyê ên wekî DAIŞ sekinî, bi taybet jî di Kobanê de. Ji ber ku destkeftên Şoreşê mulkê gelane, tevahî gelên Sûriyeyê di wê baweriyê de pêşve diçin û li dijî terorê disekinin hata wê ji holê rabikin. Îro jî li deriyê ku terorê ji xwe re kirye paytext, bajarê Reqayê didin. Gel ji her demeke din zêdetir bi îsrare ku ji bo parastina Efrînê û rizgarkirina herêmên Şahba ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirine rizgar bikin, têbikoşin.
‘GELÊ ME YÊ BERXWEDÊR’
Em îro bi saya fedakariyên mezin ên hêzên me û bi saya xwîna şehîdên me yên giranbuha, rojbûna serdemeke nû ya azadî û mirovahiyê di astên herî mezin de, li ser rûpelên dîrokê xêz dikin. Em bi xwîna şahîdan bawerin û ruhê morala bilind a şervanên me, em ê ji bo parastina gel û welat li dijî kesên wîjdan erzan di asta herî jor de tekoşînê bidin meşandin. Em bawer in em ê serkeftina mayînde xelatî mirovahiyê bikin.
Em di YPG`ê de û bi vê munasebeta mezin, ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê bendekî bi hêz li dijî hewildanên dijberên şoreşa me dikin hedef, bisekinin. Em ê li ser soza bi şehîdan re wefadar bin.
Bijî Şoreşa 19`ê Tîrmehê
Her bijî Şehîd ʺ