Festîvala 19'ê Tîrmehê dest pê kir

Festîvala 19'ê Tîrmehê li Kobanê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir.

Festîvala 19'ê Tîrmehê, ku li Meydana Şehîd Xebat a Kobanê tê lidarxistin, bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet a şervanên YPG/YPJ'ê dest pê kir.

Piştî ku heyetên ji Girê Spî, Minbic û Kantona Cizîrê hatin gihîştin qada pîrozbahiyê, 200 şervanên YPG/YPJ'ê dest bi merasîma leşkerî kirin.

Heyeta Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Hevserokê Desteya Perwedeyê Salih Ebdo pêk tê. Heyeta Rêveberiya Xweser a Girê Spî û TEV-DEM, Her wiha Hevseroka MSD'ê Îlham Ehemd, Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Heyeta Rêveberiya Minbicê bi serokatiya Farûq El-Maşî û Zeyneb Qember tevlî festîvalê bûn.

Gelek şervanên YPG/YPJ'ê jî cihê xwe li qada festîvalê girtin. Festîval bi muzîkê û govendê dewam dike.