Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Tirbespiyê hatin veşartin

Welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeya şervanên YPG’ê Sadiq Til Hemîs û Polat Dêrik, li Goristan Şehîd Dilşêr veşartin.

Welatiyên Tirbespiyê û herêma Til Hemîs ji bo veşartina canazeya şervanên YPG`ê Yasir Hesen (Sadiq Til Hemîs) û Elai Talib (Polat Dêrik, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dogir kombûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG’ê û YPJ’ê destpê kir. Piştî deqeyekê rêzgirtine li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm, li ser navê YPG`ê Mihemed Zêdan, li ser navê malbata şehîd Sadiq Til Hemîd apê wî Silêman Silêman û li ser navê Malbata şehîd Polat Dêrik apê wî Nayîf Ebdullah El-Herdan axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku êdî pêkhateyên Tirbespiyê li gel Sûryan, Ereb û Kurd bi hev re cangoriyên xwe oxir dikin û ev ji bo dijminên Sûriyeyê nameyeke girîng e. Her wiha hat gotin ku Şoreşa Rojava Bakurê Sûriyeyê bi saya fikrê demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş biserket.

Di berdewamiya merasîmê de nasnameya her du cangoriyan hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de welatiyên Tirbesiyê û herêma Til Hemîs cenazeya her du şervanan bi dirûşiman ve veşartin.