Li Til Temirê teqîn: 3 şehîd

Li gundê Menacîr ê Til Temirê teqînekê rû da. Di bûyerê de endamekî asayîşê û du sivîl şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Rojava diyar kir, duh bi şev saet di 23:30 de li benda kontrolê ya gundê Menacîr ê Til Temirê teqînekê rû da.

Li gorî agahiyên ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Asayîşê ve hate dayin, teqîn ji ber wesayiteke bombebakirî rû daye û di encamê de endamekî asayîşê û du sivîl şehîd bûne, endamekî asayîşê jî birîndar bûye. Birîndar rakirin Nexweşaneya Qamişloyê.

Benda kontrolê ya gundê Menacîrê bi 25 kîlometreyan li rojavayê bajarokê Til Temirê ye.