Cenazeyên endamên Asayîşê yên li Menacîrê şehîd ketine hatin veşartin

Gelê Serêkaniyê, cenazyên 2 Endamên Hêzên Asayîşê yên ku di teqîna Menacîrê de şehîd bibûn, li Şehîdgeha Til Temirê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê bi tevlîbûna Rêveberiya Asayîşa Giştî Ciwan Erebo û nûnerên Rêveberiya Xweser cenazeyên du Endamên Hêzên Asayîşê Ehmed Mihemed û Ebd El-Ezîz Hemed ên ku 17′ê Tîrmehê di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî ya li benda kontrolê ya gundê Menacîr şehîd bûne, li Goristana şehîdan a bajarê Til Temirê veşartin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî ya ku ji aliyê Hêzên Asayîşa Rojava de hate lidarxistin û şûnde, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Ebd El-Rezaq Ehmed axivî, bixêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata herdu cangoriyan re xwestin.

Her wiha Endamê Desteya Hindirîn Kamil Exta jî axivî, di kesayeta herdu lehangan de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr anî û got: ″Hêzên Asayîşê bi erkên xwe radibin û gelê me yên sivîl û gund û bajaran diparêzin. Em bejna xwe li hember malbata herdu cangoriyên azadiyê ditewînin.

Malbatên herdu şehîdan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Cenazeyên têkoşeran bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ li goristanê hatin veşartin.