li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Paşê ji Fermandarên YPG`ê Mihemed Zêdan, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efîn û Hevserokê Desteya Tûrizm û Parastina Şûnwarên Hisên Elî, axivin .
Axafitvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û tekez kirin ku bi saya şehîdan gelên herêmê bi ewle dijî.
Her wiha li ser navê malbata têkoşer Dijwar Tenwîriye û Tîrêj Qamişlo, Şakir Yasîn axivî û got: “Em îro serbilind in ku zarokên me di oxira ax û gelê xwe de, canê xwe dane. Îro em sê daran li piroztirîn û xweşiktirîn baxçeyan, ew jî goristana şehîdan e diçînin.”
Apê têkoşer Şivan, Şêx Silêman Hisên jî axivî û got: “Em ji beşdaran re dibêjin ku me pîroz bikin, ne ku sersaxî ji me re bixwazin, ji ber ku kurê me di rêya hevalên xwe yên ji bo pêkanîna azad û rûmeta gelan canê xwe dane, şopand. Dema em dibînin ku Kurd, Ereb û Ermen li rex hev şehîd dikevin, isbata serketinê li herêmê ye”.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malabatan hatin kirin.
Merasîm bi veşartina cenazeyên şehîdan û dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.