Li Reqayê roja 73’emîn: Bi dehan çete hatin kuştin

Li 6 taxên Reqayê ji duh nîvro ve şer didome, di vî şerî de 78 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 30 cenaze ketin destê şervanan.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya QSD’ê di roja 73’emîn de didome.

Agahiyên têkildarî operasyonê wisa ne:

Li taxa Mansûrê ya rojhilatê Reqayê 12 çete hatin kuştin, wesayîteke bombebarkirî hate îmhakirin. Li taxa Reşîdê jî 17 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hate îmhakirin.

Di şerê li taxa Rewdayê jî 7 çete hatin kuştin. Îmalatxaneyeke ku li wê derê wesayîtên bombeyî tên amadekirin jî hate îmhakirin.

Di şerê taxa Nezlet Şehadê de jî 29 çete hatin kuştin, cenazeyê 27 çeteyan tevî cebilxaneyan wan ketin destê şervanan. Di heman demê de depoyeke cebilxaneyê ya çeteyan jî kete destê şervanan.

Di şerê li taxa Diriyayê jî 5 çete hatin kuştin, cenazeyê 3 çeteyan jî kete destê şervanan. Li taxê wesayîteke ku barê wê mayîn bû, kete destê şervanan.

Di şerê li taxa Berîdê de jî 8 çete hatin kuştin.

Di şerê li Reqayê de 5 şervanên QSD’ê gihiştin şehadetê, 4 şervan jî birîndar bûn.