Li Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên hat veşartin
Bi sedan welatiyên Tebqa û rûspiyên herêmê cenazeyê şervanê QSD`ê Ednan Hisên veşartin. Her wiha nasnameya şehîdekê jî hate eşkerekirin.
Bi sedan welatiyên Tebqa û rûspiyên herêmê cenazeyê şervanê QSD`ê Ednan Hisên veşartin. Her wiha nasnameya şehîdekê jî hate eşkerekirin.
Li Tebqayê bi sedan welatî û rûspiyên herêmê cenazeyê şervanê QSD`ê Ednan Hisên (Mîmatî) ê ku di Pêngav Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, yê ku bi karwanekê ji Kobanê hate birêkirin girtin û li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.
Dema cenaze hate girtin ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.
Di merasîmê de, Hevserokên Meclîsa Sivîl a Tebqayê û Fermandarên QSD`ê amade bûn.
Fermandarê QSD`ê Zinar Kobanê axivî û got ku ew ê DAIŞ`ê ji hemû axa Sûriye derbixin û wiha anî ziman:”Duh Minbic bû, îro Reqayê û siba Dêrezor wê were rizgarkirin”.
Endama Komîteya Şehîdan a Tebqayê Ebîr Mûsa axivî û rola şehîdan di pêkanîna jiyana hevbeş a di navbera gelên Bakurê Sûriyê de, anî ziman.
Her wiha Endamê Komîteya Lihevanînê ya Tebqayê axivî û bal kişand ser dîrok û çanda Sûriye.
Di dawiya merasîmê de têkoşer Mîmatî bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate definkirin û nasnameya Cebara Mihemed (Cebara), hate îlankirin.