Li Dêrikê 15 Tebaxê hat pîrozkirin
Li Bajarê Dêrikê bi dirûşmeya 'Bi Giyanê 15'ê Tebaxê azadiya Rêber Apo mîsoger bikin' salvegera 33’yan a vejînê, ya Pêngava 15 Tebaxê bi mîtîngeke girseyî hat pîrozkirin.
Li Bajarê Dêrikê bi dirûşmeya 'Bi Giyanê 15'ê Tebaxê azadiya Rêber Apo mîsoger bikin' salvegera 33’yan a vejînê, ya Pêngava 15 Tebaxê bi mîtîngeke girseyî hat pîrozkirin.
Li Bajarê Dêrikê ji aliyê TEV-DEM’ê ve bi tevlîbûna bi hezaran kesî Pêngava Vejînê ya 15'ê Tebaxê di salvegera 33’yan de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Edalet Omer axivî û wiha got: "Di şexsê fermandar Egîd de em tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Coşa me, kelecaniya me ya ji bo jiyana azad û bi rûmet, girêdana me bi hêza wan zindî dibe. Ji bo wê jî Pêngava 15'ê Tebaxê Cejna Zayînê ye, edî Pêngava 15'ê Tebaxê û şûn ve careke dî, ji mirênê jiyan hate afirandin. Îro roja berxwedanê ya gelê Kurd e. Heqîqet careke dî xwe ferz dike û mafê axavtinê bi dest dixe. ‘Em ê dijminên hovana tune bikin’, ev e dirûşmeya me ya serkeftine."
Piştî axaftinê, Koma Serhildan ya Girkêlegê stranên şoreşgerî gotin, şanoyek ji aliyê Koma Ava Mezin ya Dêrikê ve li ser 15'ê Tebaxê hate lîstin. Sînevîzyonek li ser berxwedaniya 15 Tebaxê hate nîşandan.
Her wiha Koma Xebat ya Tirbespiyê û Koma Cûdî ya Bajarê Dêrikê strandin.
Pîrozbahî bi govendê dawî bû.