Cenazeyê Şehîd Lewend Ararat hat veşartin

Li Kantona Qamişlo, cenazeyê şervanê  YPG`ê Lewend Ararat ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd  Delîl Saroxan veşartin.

Welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê Rodî Hiso (Lewend Ararat) ku di 7`ê Tebaxê de li Reqayê şehîd bibû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên şehîdan û ala YPG`ê hatibû xemlandin, berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo.

Li goristanê, piştî merasîma leşkerî, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Paşê, ji Fermandarên YPG`ê Alan Qamişlo axivî û soza tolhildanê ji bo hemû  şehîdan  careke din dûbare kir. 

Birayê têkoşer Lewend Ararat axivî û sersaxî ji şervanên YPJ û YPG’ê  û hemû gelên herêmê re xwest û got: ”Birayê min kurê we ye û em bi wî serbilind in, ji ber ku ne ji şehîdan ba, em îro li vir hev kom nedibûn”.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê Lewend Ararat  bi dûrişmeyên “Şehîd Namirin” hate veşartin.