NÛ BÛ-Artêşa Tirk gundên Efrînê û Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku gundê Qestel Cendo, Baflûne û Mirêmîn ên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê, bi çekên giran topbaran kirin û şûnde, herêma Kantona Şehbayê jî dan ber topan.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker gundê Qestel Cindo, Baflûne û Mirêmîn bi çekên giran topbaran dike. Dîsa li gel tobparanê jî artêşa Tirk guleyên ronahiyê bikar tînin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ya li ser Herêma Efrînê berfireh bû. Vê carê derdora Kampa  Rûbar a navçeya Şêrawa ya Efrînê, topbaran dike. Koçber ji ber topbaranê neçar man ku kampê vala bikin û berê xwe didin gundê Basila.

Heta niha nêzî  30 top li derdora kampê ketine. 

Piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Efrînê vê carê bi çeteyên xwe ve, Herêma Til Rifet, gundê Şêx Îsa, Herbel, Um Hoş, Hesiye, Herîsa û Eyn Denqnê yên Kantona Şehbayê topbaran dikin.

Li ser êrîşê, Hêzên Şoreşger jî bersiv didin.

Topbarana li ser herêmê hê jî dom dike.