Cenazeyê 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Sînan Serêkaniyê û Dilşêr bi merasîmekê li herêma Til Temir a Kantona Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Sînan Serêkaniyê û Dilşêr bi merasîmekê li herêma Til Temir a Kantona Hesekê hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê, Til Temir û gundewarên wê, cenazeyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Beşar El-Umer (Dilşêr)û Cinêd El-Hecî (Sînan Serêkaniyê) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a Til Temir.
Piştre şervanê YPG'ê Ezîz Til Temir axivî û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanên YPG'ê bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hatin veşartin.