YPG’ê bîlançoya êrîşên 7 rojan yên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir
YPG’ê bi bîlançoya 7 rojan, êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin eşkere kir.
YPG’ê bi bîlançoya 7 rojan, êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG’ê derbarê bîlançoya êrîşên 7 rojan yên dewleta Tirk û çeteyên wê, yên bi ser Rojava de wiha got:
‘’Di dîroka 10.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û obûsan êrişî gundên Eyn Deqnê û Maranezê yên girêdayî navçeya Şera û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa yên girêdayî Kantona Efrîn kirin.
Di dîroka 11.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gundên Cilbir û Basilê yên navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê ya girêdayî Kantona Efrînê topbaran kirin. Dîsa saet di navbera 18:00 û 19:00’an de artêşa Tirk gundên Eyn Deqnê û Maranezê yên girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê ya girêdayî Kantona Efrînê kirin. Her wiha di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Qitmê yê girêdayî navçeya Şera geriyan.
Di dîroka 12.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û BKC li gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê û Girê Şehît Şîlan yê girêdayî herêma Cindirêsê kirin.
Di dîroka 13.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi du wesayît û tirêksekî ve çeperên hêzên me derbas kirin û xwestin êriş bikin, lê ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û bi çekên giran bersiv dan êrişa çeteyan. Çete neçar man ku paş de birevin. Di encamê de tirêksê çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat rûxandin. Piştî ku çete paş de reviyan bi çekên doçka, obûs û gulleyên tangê êrişî gundê Eyn Deqnê, Vîla Qadî, Maranezê, Belûniyê û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê kirin. Dîsa li herêma ku dikeve navbera Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî herêma Kantona Efrîn Cindirêsê, di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de, bi çekên doçka û BKC şer derket. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Ji aliyê din ve balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser gundên Qestelê, Qitmê û Kefer Cennê yên girêdayî navçeya herêma Efrînê Şera re geriyan.
Di dîroka 14.08.2017’an saet 11:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrişî Girê Belûniyê a girêdayî navçeya herêma Efrîn Şera kirin.
Di dîroka 15.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC, doçka û obûsan êrişê El Kamiyê, Maranezê û Belûniyê yên girêdayî navçeya Herêma Efrîn Şera kirin. Di encama topbarana çeteyên artêşa Tirk de şervanekî me bi egîdî liberxwe da û şehîd bû û şervanekî me jî giran birîndar bû.
Di dîroka 16.08.2017’an saet 01:00’ê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrişî Eyn Deqnê û El Kamiyê yên girêdayî navçeya Herêma Efrîn Şera kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî Girê Basûfanê yê girêdayî navçeya Kantona Efrîn Şêrewa kirin.’’