Serfiraziya li dora teyfikek savar – ÇAVDÊRÎ

Pêngava Rizgarkirina Reqayê 70 roj in didome û ber bi dawiyê ve diçe. Ji destpêkirina pêngavê û heta niha ji bo bicihanîna pêdiviyên lojîstîkê yên bi hezaran şervanên QSD'ê gelek hewldan tên kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di rojên dawîn de bileztir didome. Di nava bajêr de bi pêşengiya YPG û YPJ’ê hêzên QSD’ê bi pêş ve diçin. Xeleka li dora çeteyên DAIŞ’ê her ku diçe tengtir dibe. Şervanên QSD’ê aliyê lojîstîkê yê pêngavê jî di dîrokê de dikolin. Şervan bi derfetên biçûk ên wekî av û xwarinê piştgiriyeke mezin nîşan didin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê 70 roj in didome û ber bi dawiyê ve diçe. Ji destpêkirina pêngavê û heta niha ji bo bicihanîna pêdiviyên lojîstîkê yên bi hezaran şervanên QSD’ê jî gelek hewldan tên kirin. Di qada şer de guleyek û narincokek çiqasî girîng be, teyfikek savar û nanekî hişk jî ewqasî girîng e. Bi taybetî di vê germê de şûşeyek av jî ji bo şervanan gelekî girîng e.

Di şerê bajaran de enî û kozik ji hev cihê ne. Eniya yekemîn xeta şer, ya duyemîn xeta parastinê ya sêyemîn jî cihên lojîstîk, tendirustî û mayînê ye. Pêdiviyên xwarin, vexwarin û lixwekirin ên şervanan bi kedên mezin ji aliyê xebatkarên lojîstîkê ve tên bicihanîn.

Xwarinên li eniyên paş tên çêkirin û kasayên avê digihêje hemû şervanan. Lê gelo gihiştina wê ewqasî hêsan e? Carinan şervan ji mirinê difilitin û carinan jî çete bi çekên giran êrîşî wesayîtên lojîstîkê dikin. Wê kêm bimaya ku mirov qala teyfikek savar û şûşeya avê ya ji gulleyan germtir neke.

XWE ÇAWA TÊR DIKIN?

Mijareke ku hêzên QSD’ê girîngiyê didin jî xwarin e. Fermandariya Koordînasyona Şer ji bo bicihanîna pêdiviyên xwarinê xebatên girîng dikin. Xebatkarên lojîstîkê hewl didin hemû pêdiviyên şervanên bi cih bînin.

Şer didome û di nava bêderfetiyan xebat tên kirin. Niha hewa ji 50 pîleyê zêdetir e û ji ber tunebûna elektrîk û sarincê li eniyê ava cemidî tune û ev jî bandoreke neyînî li şervanan dike. Hêzên QSD’ê qalibên cemedê yên mezin ji eniyên şer re dibe, lê ev tişt têr nake. Li cihê lojîstîkê rojê sê dahnan xwarin tê amadekirin. Meheke dawîn e xwarin savar e, carinan parçeyekî biçûk mirîşk, carinan kartol an jî hêk, firîngî û xiyar û îsotek û 2,3 rojan carekê zebeş û petêx jî diçe eniyê. Li eniyê av her dem heye. Ji gulleyan zêdetir av heye, lê gelekî germ e. Şervan ava keliyayî vedixwin.

Xwarin li qada lojîstîkê tê çêkirin, ku bi 8 kîlometreyan dûrî eniya şer e. Xwarinan dixin qabên plastîk û bi kamyonan ji eniyên paş şer re dibin. Ji vê derê jî şervan xwarina xwe, ji xwe re dibin. Şervanên li eniyên herî pêş, xwarinên xwe li pişta xwe dikin û dibin. 

RÛYÊN BI KEN

Li ser xeta şer, xwarin bi wesayîtên zirxî tên birin. Piştî vê derê çîroka savarê dest pê dike. Şervan li ser rêyên ku DAIŞ bi fuze û sekvanan êrîşî wan dike av û xwarina xwe li pişta xwe dikin û dibin. Carinan şervanek barê 20 kîloyan bar dike û ji bo ku şûşeyek av bigihîne hevalên xwe, rastî gelek xetereyan tê. Dema ku av û xwarinê digihînin hevalên xwe jî rûyên wan dikene.

NE TÎ NE Û NE JÎ BIRÇÎ!

Şervanan carinan bi firîngî û îsotên ku digihêjin wan li eniyê ji xwe re xwarinê çêdikin û gazî hevalên xwe yên nêz jî dikin. Li eniyê nan her dem heye, ji bo her şervanî/ê nanê 2 rojan heye.  Di bin gulle û bomberdûman de şervan çarmêrkî vedidin û li dora teyfikek savar nanên xwe dikin kevçî û xwarina xwe dixwin. Ligel van bêderfetiyan li Reqayê şerekî efsanewî tê kirin û tu şervan nabêje ku ez tî me yan jî birçî me.

HÊVIYAN HÊŞÎN DIKIN

Li eniya Reqayê şer didome û em dibin şahidên piştgiriya ji dil û şoreşgerî ya şervanan. Bi vê şahidiyê re hêviya di dilê me de hêşîn dibe û Reqa di deftera dîrokê de bi destana cengê cihê xwe digire.