Li Minbic û Hesekê cenazeyên şehîdên Reqayê hatin spartina axê

Bi sedan welatiyên Minbic û Hesekê cenazeyê 9 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîdan a Minbic û Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê li pêşiya Nexweşxaneya El-Firat kom bûn û cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî Îbrahîm El-Elî (Elî El-Şemalî), Elî Ehmed , Şihade Xidir El-Mûsa , Fehid Humsî El-Îbrahîm û Mihemed Îbrfahîm El-Cumaa, wergirtin.

Girseya gel piştî ku cenazeyên şehîdan wergirtin, bi karwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan û kulîlkan hatibûn xemilandin, ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Şêniyan wêneyên şehîdan û ala Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rakiribûn.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Fatûq El- Maşî û Hevserokê Meclîsa Rêvber Zeyneb Qenber û Cîgira wan Cemîle Ehmed, Hevserokatiya Komîteya Parastinê Ednan Ebû Emced û Newaf Silêman, Cîgira Hevserokatiya Komîtaya Hundirîn Ferîde Xelîl Lalo û Fermandara Komîteya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Eylem Cerkes û dehan endam û rêveberên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de, amade bûn.

Di ketina goristanê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê darbestên şehîdan danîn ser milan û bi dirûşmên dilsoziya bi şerhîdan re heta qada merasîmê birin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelef El-Cesim, li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Hevserokê Komîteya Têkliyên Derve Elî El-Cemîkî û li ser navê malbata şehîd Fehid Îbrahîm xizmê malbatê Mihemed Cehîm, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destnîşan kirin wê heta rizgarkirina tevahî gelên Bakurê Sûriye ji çeteyan, rêya şehîdan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de, Saziya Malbatên Şehîdan belgenameya şehadeta her 5 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şervanan cenazeyê şehîdan rakirin û di nava tilîliyên dayikan û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

HESEKÊ

Gel  cenazeyên şervanên YPG`ê Macid Şelaş,  Tirkî Şemît (Esed Rojava), Qasim Osman (Medenî Hesekê) û  Endamê Dispîlîna Leşkerî  Ehmed Hac, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan  a Hesekê wergirtin û  bi karwanekî ku bi wêneyan şehîdan û ala YPJ û YPG`ê hatibû xemlandin, berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanan ve destpê kir. Paşê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemîd Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Ji Fermandarê YPG`ê Zekî Kobanê axivî û sebir ji malbatên şehîdan re xwest û serkeftinên ku bi xwîna şehîdan tê bidestxistin, li gelên herêmê pîroz kir.

Hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê yê Kantona  Cizîrê Mihemed Salih Ebdo jî axivî û rola  şehîdan di nivîsandina dîroka nû de, anî ziman.

Piştî axaftinan, ji Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir nasnameya 4 cangoriyên azadiyê xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bi dirûşman ve hatin veşartin.