Li Reqayê 300 sivîl hatin rizgarkirin
Tîmên Taybet ên QSD’ê di seatên sibehê de 10 zarokên birîndar jî di nav de nêzî 300 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di bajar de girtibûn rizgar kirin.
Tîmên Taybet ên QSD’ê di seatên sibehê de 10 zarokên birîndar jî di nav de nêzî 300 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di bajar de girtibûn rizgar kirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 73`an de bi hemû hêza xwe didome. Heta niha bi hezaran sivîl ji taxên Reqayê ji aliyê tîmên taybet ve ên ku ji rizgarkirina sivîlan berpirs ên QSDʹê ve hatine rizgarkirin.
Herî dawî jî vê sibehê şervanan li derdora 300 sivîlî ku ji navenda bajar ber bi taxa Nezlet Şihade ya li başûrê bajêr ve dihatin, rizgar kirin.
Di nava sivîlên hatine rizgarkirin de 10 zarokên birîndar jî hebûn.