Artêşa Tirk a dagirker top avêtin malên Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker şevê dî top avêtin gundên Herêma Efrînê. Di encamê de ziyan gihaşte mal û milkên gel.
Artêşa Tirk a dagirker şevê dî top avêtin gundên Herêma Efrînê. Di encamê de ziyan gihaşte mal û milkên gel.
Artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve, ên ku li gundên Tiwês, Kesar û bajarokê Marîyê de bi cîh bûne, şevê dî saet 22:00`an top avêtin gundên Til Medîq, Til Cîcan, Zoyan û Şêx Îsa yên Kantona Şehbayê yên rizgarkirî.
Li aliyê din jî Artêşa Tirk a dagirker ji bargeha xwe ya li gundê Kilcebrînê şevê dî saet 01:00`ê top avêtin gundên Elqemiyê û Eyn Deqnê. Di heman şevê de jî bi hawanê top avêtin gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera.
Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr EL-Şam yên ku di kelha Samaan de bi cîh bûne top avêtin gundê Basofanê. Çeteyan 13 top bi ser gund de barandin.
Li gorî nûçegihanên me yên li herêmê, ji ber topên ku hatine avêtin ziyane gihaye mal û milkên welatiyan.