Dagirkeran li Efrînê êrîşî sivîlan kirin: 20 sivîl hatin revandin

Di navbera kesên ku piştî dagirkirina navçeya Bilbil a Efrînê û şûnde li gundê Sagir Ubasî hatibûn bicihkirin û çeteyên Sûltan Mûrat de şer qewimî. Çeteyên Sûltan Mûrat keyeyê gund jî di nav de 20 sivîl revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku piştî dagirkeriya Efrînê û şûnde malbatên ku ji Xûta û Ezazê anîbûn Efrînê bi cih kiribûn, zextê li maltanên çeteyan dikin û şerê wan dikin.

Di saet 20:45’ê şevê de di navbera welatiyên piştî dagirkeriya Efrînê li gundê Sagir Ubasî yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê hatibûn bicihkirin û çeteyên Sûltan Mûrat de şer qewimî. Çavkaniyan ragihand ku şer di navbera şer ji ber zextên çeteyên Sûltan Mûrat ên li ser welatiyên li gundê Sagir Ubasî bicih bibûn de qewimiye.

Çavkaniyan anî ziman ku ji ber ev demeke dirêj e çeteyên Sûltan Mûrat dizîiya welatiyên Sagir Ubasî dikin û zextê li ser wan dike nerazî ne û destpêkê serî li ‘Meclîsa’ li Efrînê hatibû avakirin da û piştre jî serî li ‘Meclîsa’ beriya wê li Ezazê hatibû avakirin dane.

Çavkaniyan ragihand ku piştî çete pêhesiyan ku malbatan serî li Meclîsa Sivîl a li Ezazê dane avêtin ser malatn û zextên wan zêdetir bûn. Çavkaniyan anî ziman ku welatiyên gundê Sagir Ubasdî vê carê bi gotin û çek bersiva serdegirtinê dan û di navbera wan û çeteyên Sûltan Mûrat de şer qewimî.

Dîsa çavkaniyan da xuyakirin ku piştî şer çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker jî hatine gund û destnîşan kir ku keyeyê gund Saleh Battal jî di nav de 20 kes ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.