Navê Helîn Qereçox li kolaneke herêma Baskê hate kirin

Navê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Helîn Qereçox (Anna Campbell) a di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Efrînê de şehîd bibû, li kolaneke ya bajarê Vîtorîa-Gasteîz a paytexta herêma Baskê hate kirin.

Li bajarê ku vê hefteyê wê aktivîteya mezin a çandî bê kirin, di çarçoveya aktivîteyê de wê nav Qereçox bi awayekî fermî li kolanê bê kirin.

Helîn Qereçox a li Brîtanyayê hatiye dinê, piştî ku tevlî nava refên YPJ’ê bû û şûnde li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gelek cihan tevlî berxwedanê bû. Qereçox di 15’ê Adarea 2018’an di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê de şehîd bibû.