Zelal Ceger û Xerîb Hiso bûn hevserokên nû yên TEV-DEM’ê

Di 3’emîn Kongreya Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a TEV-DEM’Ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso yê Êzidiyê ji Efrînê hate hilbijartin.

Îro serê sibê li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê 3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi şîara 'Bi civaka rêxistinî û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin destpêkir. Di kongreyê de hevserokên nû hatin hilbijartin.

Çîroka jiyan û xebatên ku hevserokên nû yên TEV-DEM’ê wiha ne:

XERÎB HISO ÊZIDIYEKÎ JI EFRÎNÊ YE

Xerîb Hiso yê Êzidiyê ji Efrînê 50 salî ye. Hîso li navçeya Şeran a Efrînê jidayik bû û ji sala 1985’an ve bi welatparêziya xwe tê naskirin. Hîso zewiciye û xwediyê 4 zarokan e û kurekî wî şervanê YPG’ê ye. Hevjîna Hiso jî Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên li Efrînê ye.

3 CARAN DI ZINDANA REJÎMÊ DE MA Û ÊŞKENCE LÊ HATIN KIRIN

Xerîb Hiso di heman demê de endamê PYD’ê ye jî û ji ber xebatên siyasî 3 caran ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve hatiye girtin û di girtîgehan de êşkence lê hate kirin. Hiso di sala 2011’an de di nava xebatên avakirina TEV-DEM’ê de cih girt, 4 salan jî li Başûrê Kurdistanê erka nûnertiya têkiliyên derve  PYD û TEV-DEM’ê birêve bir.

ZELAL CEGER BI KEDA XWE YA ŞOREŞGER TÊ NASKIRIN

Zelal Ceger a ku ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê hatî hilbijartin li bajarê Derîk ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ceger 44 salî ye û demeke dirêj di nava xebatên Kongra Star û TEV-DEM’ê de cih girt. Zelal Ceger di xebatên Kongreya Star de di asta pêşeng de cih girt û li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê maye û bi xebatên xwe ji aliyê gel ve gelek tê heskirin.

Zelal Ceger li herêma Heleb, Efrîn û Cizîrê gelek salên dirêj xebatên rêxistinbûyînê û siyasî meşand û di sala 2011’an de dinava xebatên avakirian TEV-DEM’ê de cih girt.