Encamnameya Kongreya TEV-DEM’ê hate eşkerekirin

Encamnameya 3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku îro li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê destpêkirîbû, bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû, hate eşkere kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku ji bo civaka exlaqî û polîtîk xurt bike roja 16'ê Çileya 2011'an ava bû, îro kongreya xwe ya 3. lidarxist. Kongre li bajarê Rimêlan yê Bakurê Kurdistanê bi şîara ‘Bi civaka rêxistinî û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin’ bi beşdarbûna 500 delege ji tevahî partî, sazî, rêxistin û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Encamname ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Kemal Akif ve hate xwendin. Di kongreyê de biryarên rizgarkirina Efrîn û lidarxistina Kongereya Netewî ya Kurdistanê derket pêş.

Encamnameya kongreya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongereya xwe ya sêyemîn di 27‘ê Tebaxa 2018‘an de li bajarêa Rimêlan bi şîara ‘Bi civaka rêxisitinkirî û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin’ lidar xist. 500 delege, yên ji sazî, deste û rêxistinên tevgerê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, mêvan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî yên kurdî, bi dehan endamên saziyan, desteyên hiqûqî û sivîl û rûspiyên herêmê beşdarî kongrê bibûn. Beşdarên kongrê piştgiriya xwe bi têkoşîna tevgera me ya di vê pêvajoya hestiryar de ku Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, nîşan dan, her wiha siyaset û helwesta durist a tevgera me yên der bare çareserkirina aloziya Sûriyeyê û peydakirina çareseriya demokratîk û adil ji bo doza kurd li Sûriyeyê erênî nirxandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan, axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê hevseroka Kantona Cizîrê ve hate kirin. paşê jî hevserokên Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk axivîn.

Kongrê bi xwendin û nirxandina rewşa siyasî, rapora Desteya Rêveber, peyaman û rêziknameyê berdewam kir, piştî nîqaşên beşdarên kongrê li gorî pêşniyarên hatin kirin guhertinên di pergalê de hatin çêkiri.

Beşdaran, felsefeya netewa demokratîk û xeta sêyemîn a ku tevgera me ji destpêka aloziyê û şerê li Sûriyeyê wekî bingeh girtiye, nirxandin. Hemû beşdaran nêrîna me ya der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn de bi nêrîna herî baş û durist destnîşan kirin. Me xeta sêyemîn hilbijart, ev xet jî xwe dispêre projeyekeSûrî demokratîk ku hêviyên hemû pêkhateyên gel pêk tîne, modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk delîlê vê yekê ye.

Beşdaran her wiha teqezî li ser girîngiya xwe birêxistinkirinê anîn ziman. Qada sêyemîn an jî qada civaka sivîl tekezî li ser têkoşîna ji bo pêkanîna nirx û fikirên civakî û xebatên dildarî û xêrxwazî, parastina mafên hemû beşên civakî û avakirina bingehên sîstema demokratîk, dike.

Kongre gelek biryarên rêxistinî girtin, ku tekezî li ser israra me ya pêkanîna statîjiyên tevegerê wekî tevgereke saziyeke aktîv li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku jin û ciwan pêşengên wê ne dike. Her wiha tevgera me starîjiyek danî ye da ku rê li ber koçberkirina ji Kurdistanê bigire, ku ev koçberkirin xeteriyeke mezin li ser hemû pêkhateyên Mezopotamyayê û gelê Kurdî bi taybet çêdike, her wiha wê bi hemû rêbazên demokratîk kar bike da ku kesên koçber bûne li warê xwe vegerin. Kongre careke din girîngiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê û yekrêziya gel kurd li Rojava û dûrxistina nakokiyan dûbare kirin, her wiha têkoşîna pêkanîna biryarên Kongreya Rizgarkirina Efrînê destnîşan kir.

Herî dawî, Zelel Ceger û Xerîb Hiso wekî hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê hatin hilbijartin û 64 endamên desteyê hatin hilbijartin. Hevserokan û endamên meclisê sonda şopandina xeta şehîdan dan."