3. Kongreya TEV-DEM’ê bi dawî bû

3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku îro li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê destpêkirîbû, bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku ji bo civaka exlaqî û polîtîk xurt bike roja 16'ê Çileya 2011'an ava bû, îro kongreya xwe ya 3. lidarxist. Kongre li bajarê Rimêlan yê Bakurê Kurdistanê bi şîara ‘Bi civaka rêxistinî û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin’ bi beşdarbûna 500 delege ji tevahî partî, sazî, rêxistin û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku îro li bajarê Rimêlan yê Bakurê Sûriyeyê destpêkirîbû, bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

Hevserokên nû yên Konseya  Rêveber a TEV-DEM‘ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso axivîn û soz dan ku ew ê ji bo pêkanîna armancên tevgerê têbikoşin.

‘TÊKOŞÎNA SERKEFTINÊ WÊ BIDOME’

Hevserokan, lidarxistina kongrê li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin. Di axaftinên hevserokan de weiha hate; "Şoreş hê bi dawî nebûye, em di qonaxekê de ne pêwîstî bi xebateke mezintir heye, em rewşa Efrîn ji bîr nekin. Wekî TEV-DEM‘ê ji bo rizgarkirina Efrînê divê em bi hemû hêza xwe bi xebitin. Em ê têkoşîna xwe ta serkeftinê berdewam bikin."

Xebatên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê bi xwendina encamnameya kongreyê ji aliyê Berdevkê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kemal Akif ve bi dawî bû.