Çeteyan li Efrînê sivîlek din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mosaka yê navçeya Raco a Efrînê sivîlek revandin û ji bo berdanê ji malbatê fîdye xwestin.

Çavkaniyek ji gundê Mosaka yê navçeta Raco ya kantona Efrînê ragihand ku çeteyên  artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Şêrwan Mistefa (34 salî) beriya du rojan ji werşeya wî ya dirûtinê ya li Efrînê revandin e. Çavkaniyê diyar kir ku aqûbeta Mistefa ne diyare.

Heman çavkaniyê daxuyakirin ku çeteyan ji bo berdana Mistefa ji malbata Mistefa fîdye xwestine.

Li Efrînê çeteyên artêşa Tirk a dagirker her roj sivîlan direvîne, malan talan dikin û tiştên bi nirx didizin, ji bo fîdyeyê sivîlan jî direvînin.