Dewleta Tirk, gora Nûrî Dersimî jî talankirin

Dewleta Tirk û çeteyê wê, li navçeya Şera ya Efrînê ku dagir kirine gora pêşengê Kurd Nûrî Dersimî, hevjîna wî û gelek kesayetên berniyas talankirine û hestiyên derxistine.

Her roja diçe kiryarên dewleta Tirk a li deverên talan kirine dewam dike. Hama bêje her rojê sivîl tên revandin êşkence dikin, dizî û talanê hed û hesabên xwe derbaskirine. Çeteyan vê carê jî çavê xwe daye goristanan.

Li goristana Henan navçeya Şera hestiyên Dr. Nûrî Dersimî, hevjîna wî û gelek kesên berniyas hatin derxistin. Goristana Henan a yek ji avahiyê herî kevin ê herêma Efrînê ye gorsên siyasetmedarên Kurdî, rûspî, kesayetên oldar û navê xwe li dîrokê dane hene.

Bi taybet Nûrî Dersîm ê di serhildana Dersimê de navê wî li pêş e, di sala 1940’an de ji ber hovîtiya dewleta Tirk a li Dersimê berê xwe dabû Helebê. Hevjîna Dersimî yê ku di sala 1973’an de li Efrînê jiyana xwe ji dest dabû jî sala 1994’an çavê xwe li jiyanê girt. Gorên herduyan li Goristana Henanê ne.

3 JÊ JIN 5 KES HATIN REVANDIN

Li aliyê din Tûgayên Sûltan Mûrat ên girêdayî Enqerê beriya du rojan keça bi navê Ayşe Abdulnasir (20) dema ji bo biçe ji taxa El Mehmûdiye El Ziyadie ya li Efrînê biçe mala bapîrê xwe ya li taxeke din ji bo pere revandine. Li gorî nûçeya ANHA’yê Ayşe Abdulnasir dema çeteyan ji bo berdana Ayşeyê 5 milyon Lîreyê Sûriye ji malbatê girt û şûnde berdane.

Li heman taxê beriya du mehan jina bi navê Ayşe Laqîf û keça welatiyê bi navê Yûsif El Hedîdî hatibûn revandin. Hê jî ti agahî ji her du jinan nehatine girtin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê roja Înê avêtibûn ser malaên li Gundê Qerkol û li vir gelek mal hilweşandinbûn û kelûpelên gel dizîbûn.

Her wiha li gorî agahiyên ANF’ê ji çavkaniyên herêmê girtî, koma Eniya El Şama ya girêdayî dewleta Tirk du sivîlên bi navên Rêzan Edîlo û Ehmet Şêx Birîm revandine. Sivîlên ku ji taxa Eşrefiyê hatibûn revandin hê jî ti agahî jê nehatine girtin.