Li Efrînê 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çalakiyên şervanên wan yên 19 û 24’ê Tebaxê yên li navçeya Mabeta û Bilbilê yên Efrînê 2 çeteyên dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkilDarî çalakiyên şervanên YPG’ê yên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku şervanên wan di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de roja 19 û 24’ê Tebaxê li dijî hêzên dagirker 2 çalakî lidarxistine û 2 çete hatine kuştin.

YPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrîn’ê, yekîneyên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên xwe didomînin. Di navbera dîrokên 19 û 24’ê Tebaxê de di 2 çalakiyên cuda de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin û mîqtarek cebîlxane hate desteserkirin.

Roja 19’ê Tebaxê yekîneyeke me li ser rêya navçeya Mabata ya Efrîn’ê li hemberî wesayîteke ya yek ji çeteyên  Feylaq Şam çalakiya  kemînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Erduan hate kuştin.

Roja 24’ê Tebaxê hêzên me, li ser rêya navçeya Bilbilê ya Efrîn’ê wesayîteke din ya koma çete ya bi navê Feylaq Şam xistin kemînê. Di çalakiyê de serçeteyek bi navê Xalid Tahir (nasnav Ebû Mihemed el-Şemalî) ku berpirsiyarê bendên kontrolê yên çeteyan yên li navçeya Bilbilê bû, hate kuştin û çeka wî hate desteserkirin.”