Gelê Qamişlo, di cejnê de serdana Şehîdgehan kirin

Gelê Qamişlo, di roja yekem a Cejna Qûrbanê de serdana gorên şehîdan kirin.

Cejna Qûrbanê ya Alema Misilmanan ku bi Şoreşa Rojava re bûye eyke gel di nava wekhevî û aramiyê de pîroz dike. Her kesên ku di şoreşê de zarok û xizmên wan şehîd bibûn di serê sibê der berê xwe dan ser gorên Şehîdgeha Delîl Saroxan. Ne tenê malbat di heman demê de şervanên ku di çeperan de mil bi milên wan şer dikirin jî li Şehîdgehê bûn.

‘SOZA ME BERXWEDANA ŞEHÎDÊN KU DI OXIRA VÊ AXÊ DE CANÊ XWE DANE YE’

Jina bi navê Zervîn Ferhan got: “Di serî de cejna hemû malbatên şehîdan pîroz dikim. Soza me berxwedana şehîdên ku di oxira vê axê de c anê xwe dane ye.Qetlîama li ser Şermezar dikim, di kesaeyta Şehîd Zekî Şengalî de hemû şehîdan bibîr tînim.”

‘WÊ DÎROK HESABÊ WAN BIXWAZE’

Dayika Şehîd Delîl Qamişlo Şehna Emîn Hassari jî wiha got: “Weke dayika şehîdan hem bi kêfim û hem jî xemgînim. Dilê me birîndar e, em li ser gorên zarokên xwe ne.Îro li çar parçeyên Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd êrîş tên kirin. Wê dîrok hesabê her tiştî bixwaze, em dev ji doza xwe bernadin. Em weke dayik heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li pey tolhildan û şopa wan bin. Piştî şehîdbûna Zekî Şengalî îro bi sedan jinên ciwan û ciwan tevlî nava şoreşê dibin.”

Hassarî diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd divê jinên Kurd têkoşînê hê mezintir û xurtir bikinm.

Serdana li ser Şehîdgehan bi dûa, belavkirina şekir û pîrozkirina cejnê ve bi dawî bû.