Xezeba Zeytûnê: 55 leşerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin

Odeya Çalakiyên ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku ji 26 çalakiyên di nava du mehan lidar xistîn de, 5 jê leşkerên Tirk bi giştî 55 çete hatine kuştin.

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê, bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser malpera xwe ya fermî parve kirî, encamên çalakiyên du mehan eşkere kir.

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê ev agahî dan:
"Ji beriya du mehan ve şervanên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û kesên xayîn û sîxûr çalakiyên bi bandor lidar dixin. Şervanên me soza tolhildanê dane û wê çalakiyên xwe di demên pêş de zêdetir bikin û hemû rêbazên leşkerî bi kar bînin.

Wekî tê zanîn dagirkirina Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve ti aliyên wê yê hiqûqî nîne. Hemû çalakiyên ku bi armanca dagirkirinê pêk hatine, derhiqûqî û pîvanên navdewletî û li dijî baweriyan e. Her wiha êrîşeke hovane bû di aliyê rê û bêrazên ku hatin bi karanîn de. Bi taybet dema ku em behsa Efrîn dikin, em behsa herêmeke bi ewl e di asta yekemîn de dikin. Ji ber ku Efrînê herêma herî bi aram bû û bibû stargeha koçberên herêmên din ên Sûriyeyê. Herêmeke bû ku rêveberiya xwe ya demokratîk heye, ev rêveber ji aliyê gelê wê ve bi rêya hilbijartinên hiqûqî û demokratîk hate avakirin. Meclîsên wê yên herêmî hene, şev û roj di xizmeta welatiyan de ne. Efrîn ji herêmên herî xweşik bedew e û çanda hezkirin û efûyê li pêş bû. Lê îro di bin dagirkeriyê de ye. Hêzên dagirker bi hezaran şêniyên wê, jin, zarok, ciwan bi tank, top û balafiran hatin kuştin, gund wêran kirin, li pêşberî cîhanê bax û baxçeyên wê rojane dişewitînin, lê dîsa jî tu kes deng dernaxe an jî şermezar bike. Ji ber vê yekê bi sed hezaran welatiyên sivîl warê xwe terik kirin û di nava şert û mercên jiyanî yên zehmet de di bin konan de dijîn. Yên li Efrînê jî mane, rastî sûcên herî qirêj ji aliyê dagirkeran ve tên, tên revandin û di girtîgehên Raî, Ezaz û Efrînê de tên êşkencekirin. Her wiha destdirêjî, dizîkirina milkên taybet û ên giştî, guhertina demografî, polîtîkeyên tirkkirinê û qirkirina etnîkî bê navber berdewam e.

Li ser vê bingehê, wekî ciwanên Efrîna pîroz û paqij me erka tolhildanê girtiye ser milê xwe. Em li Efrînê dixebitin hemû çete, leşkerên dagirker û yên xayîn bi rengekî leşkerî tine bikin. Em destnîşan dikin ku di nava 7 salên dawî de li Efrînê, me ew kesên xayîn û çete li dadehan bi awayekî hiqûqî ceza dikirin, ev yek jî bi beşdarbûna parêzerên wan pêk dihat, her yek li gorî sûcê xwe dihat cenazekirin. Lê niha ji ber mecên dagirkeriyê dozgerî li gel me tine ye. Ji ber vê yekê dîsa em tekez dikin ku wê çalakiyên me yên tesfiyekirinê bi dawîbûna dagirkiriyê bi dawî bibe û çete paşê wê çete sewqî dozgeriyan werin kirin.

Em ciwanên Efrînê (keç û xort) wekî tevgereke tolhildanê li dijî dijmin û çeteyê wê tekez dikin ku em ne girêdayîne aliyekî siyasî an leşkerî, operasyonên me ji erka me ya li beramberî gelê û herêmên me ye. Her wiha em diyar dikin ku her çalakiyeke me ya serkeftî hêza me xurtir dike ku rêbazên nû yên tolhildanê dafirînîn, Soza me ya bi gelê em re ew e ku çalakiyên xwe zêde bikin û Efrîn ji dagirkeran re bikin goristan.Wê dagiker li ser roja ku ketine Efrînê poşman bibin

Çalakiyên me her wiha li Efrîn, Îdlib, Ezaz, Raî, Cerablûs û hemû herêmên ku çete lê hene, berdewam e. Em hişyariya pîlanên MIT’a Tirkiyê yên reşkrina şervanên me û tehrîkkirina sivîlan ku bi navê me malên sivîlan didizin, dikin, kiryarên wan êdî eşkere dibin. Em ê li hemberî van rêbazan bi ruhê tolhildanê bikin ku zilma li ser gelê me were bi dawî kirin.

ÇALAKIYÊN NAVA DU MEHAN HATIN KIRIN

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser çalakiyên li dijî dagirkeran lidar xistî û ev agahî parve kir:

"Hêzên me di nava du mehan de 26 çalakî li dijî dagirkeran kirine. Di çalakiyan de 5 jê leşkerên Tirk bi giştî 55 çete û leşker hatine kurştin. Her wiha 34 çete birîndar bûne. Deteyên çalakiyên me li ser malpera me ya fermî www.xzeytune.com têne belavkirin.

9/6/2018 serçeteyê Cehba El-Şamiya Ehmed Misto "Ebû Misto" hat hedefkirin.

26/6/2018 li dijî serçeteyê Ceyş El-Nuxba li gundê Emara yên navçeya Mabata çalakiyek hate kirin û birayê wî hate kuştin.

30/6/2018 li dijî bargeheke Feyleq El-Şam li gundewarê başûrê Îdlibê çalakiyek hate lidarxistin û 2 çete hatin kuştin.

9/6/2018 çeteyekî Feyleq El-Şam li gundewarên başûrê Îdlibê hate kuştin.

12/7/2018 li dijî wesayîteke çeteyên Feylq El-Şam li gundewarê başûrê Îdlibê çalakiyeke sabotajê hate kirin û 2 çete hatin kuştin.

12/7/2018 li dijî dewriyeke leşkerên Tirk hate çalakiyek hate kirin, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

15/7/2018 li nêzî Ziyaret Henan a navçeya Şeran li dijî serçeteyekî Feyleq El-Şam çalakî hatin kirin û serçete hate kuştin.

16/7/2018 çeteyekî Feyleq El-Şam hate kuştin.

16/7/2018 li Qebasînê li gundên Sosinbat li dijî çeteyên Lîwa El-Hemza çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

16/7/2018 depoyek cebilxaneyê ya çeteyan li gundê Atmê hate hedefkirin. Di encamê de 9 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

22/7/2018 li dijî serçeteyekî Ceyş El-Nuxba li navçeya Racoyê çalakiyek hate lidarxistin. Di encamê de serçete hatin kuştin.

23/7/2018 li bajarê Exterîn nuqeteyek leşkerî ya çeteyan hate hedefkirin, 10 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

23/7/2018 li dijî nuqteyek din a çeteyên Cehbet El-Nusra çalakiyek hate kirin û 4 çete hatin kuştin.

24/7/2018 li dijî çeteyekî Sûltan Mûrad li herêma Hercelê ya Ezazê çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de çete hat kuştin.

24/7/2018 çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên Feyleq El-Şam û Ceyş El-Wetenî (Eniya Niştimanî) hate kirin, 3 çete hatin kuştin.

4/8/2018 çete û sîxûr Ekaş Hec Ehmed ê ji gundê Dêrsewan hate kuştin.

7/8/2018 çeteyekê Feyleq El-Şam li navçeya Cindirêsê hat kuştin.

8/8/2018 li dijî çeteyekî Sûltan Mûrad li herêma Exterîn çalakiyek hat kirin û çete hatin kuştin.

10/8/2018 li dijî çeteyekî Feyleq El-Şam li zeviyê Burc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de çete hat kuştin.

12/8/2018 li gundê Dêrbelûtê li dijî 2 çeteyên Feyleq El-Şam çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de her 2 çete hatin kuştin.

13/8/2018 li gundê Goliyan a navçeya Recoyê çeteyekî Sûltan Mûrad hate kuştin.

15/8/2018 li dijî çeteyekê Feyleq El-Şam li herêma Şemarîn û Ezarê çalakiyek hate kirin, di çalakiyê de çete hat kuştin.

17/8/2018 li dijî fermadarê Foc El-Mustefa çalakiyekî bi bandor hate kirin, di çalakiyê de fermandar hat kuştin.

17/8/2018 li gundê Cemala yê herêma Dodiyanê çeteyekî Sûltan Mûrad hate hedefkirin, di encamê de çete hate kuştin.

17/8/2018 li devera di navbera Qere Goberê û Çekê yên girêdayî Dodiyanê de çalakiyekî bi bandor li dijî çeteyekî Lîwa Semerqed hate kirin, di çalakiyê de çete hate kuştin.

18/8/2018 li herêma Şidûdê çalakiyek bi bandor li dijî serçeteyekî El-Cebha El-Şamiya hate kirin, di çalakiyê de serçete hat kuştin."