Gundiyên gundê Satiya yê Efrînê şerê çeteyan kirin

Li gundê Satiya yê Efrînê welatiyên gund li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên ku dixwestin mal û milkên wan talan bikin, derketin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên Firqet El-Hemzat yên artêşa Tirk a dagirker îro xwestin mal û milkên gundiyan bidizin.

Hate ragihandin ku welatiyên gundê Sastiya serî li hemberî çeteyan netewandin û liberxwe dan. Di berxwedana welatiyan de di navbera çete û gundiyan de şer derket çeteyan jî bi rêk û pêk gule li gund barand.

Li aliyê din hate diyar kirin ku gel ji bo derxistina çeteyan ji gund bi biryarin û niha li gund bêdengiyek heye.

Beriya niha çeteyan li heman gundî alavên gundiyan, alavên li mizgefta gund û têlên ceyranê dizîbûn.