Zeviyên Eyn Îsa ji nû ve hatin çandin

Komîteyên çandiniyê yên li Eyn Îsa karê xwe zêde kir. Bi deh hezaran donim erdê li herêmê hatin çandin.

Bajarê Eyn Îsa ku di navbera Girê Spî û Reqayê de ye, Hezîrana 2015'an ji çeteyên DAÎŞ'ê hatibû rizgarkirin. Li Eyn Îsayê ku bi 50 kîlometreyî dûrî Reqayê ye, zevî ji nû ve hatin çandin.

Ji bo karê çandiniyê yê li bajêr û gundên wê bişopîne, teşwîq bike û destekê bide cotkaran, di nava Meclîsa Aboriyê ya Eyn Îsa de Komîteya Çandiniyê hate avakirin.

Komîteyê destpêkê zeviyê çandiniyê jimart û piştî 46 hezar û 322 donim zeviyê li herêmê hatin çandin.

Komîte ku destekê dide cotkaran ji bo erdê xwe biçînin, bi buhayekî kêm sotemeniyê ji cotkaran re peyda dike ku karibin pê jeneratorên avdanê bixebitînin.

Tevî vê yekê, ji Navenda Çandiniyê ya Girê Spî jî kredî ji cotkaran re tê dayin ji bo karibin heta dawiya salê gubre bikirin.

Komîteyên li Eyn Îsa, El-Celebiyê û El-Dehlîzê bi buhayekî têrker berhemên demsala zivistanê ji cotkaran dikirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, cotkarê bi navê Abdulrahman Osman ê ji gundê El-Fatsayê, ji ber zêdebûna buhayê hin berhemên çandiniyê, hîn bêhtir alîkarî ji komîteyê xwest.

Hevseroka Komîteya Çandiniyê Meryem Ersalan jî got, "Ji bo xurtkirina karê çandiniyê û hêsankirina karê cotkaran, li gorî derfetên xwe em bi her awayî destekê didin cotkaran."

Rayedarên Komîteya Çandiniyê gotin, ji bo serdema pembo wan niha navend amade kirine.