Muslim: TEV-DEM wê li erka xwe ya rêxistinkirina civakê vegere

Salih Muslim diyar kir ku şert û merc guherîne û ew dixwazin ku TEV-DEM li erka xwe ya birêxistinkirina civaka sivîl vegere. Muslim got, "Nêrîna me ya bingehîn ev e; civaka rêxistinbûyî dikare her tiştî bike."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku ji bo ciavka exlaqî û polîtîk xurt bike roja 16'ê Çileya 2011'an ava bû, îro kongreya xwe ya 3. lidar dixe.

TEV-DEM ku gelek saziyên demokratîk afirand, meclîs û komunên gund, bajar, tax û kolanan ava kir.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê Salih Muslim li ser kongreyê ji ANF'ê re axivî.

KONGREYA JI NÛ VE AVAKIRINA TEV-DEM'Ê

Muslim diyar kir, Tevgera Civaka Demokratîk heta niha hemû qadên civakî û siyasî bi rêxistin kiriye û got, bi vê kongreyê re em dixwazin vê rewşê biguherînin.

Muslim got, "Ji ber ku şert û merc diguherin. Mercên kongreya 1. a TEV-DEM'ê cuda bûn, yên kongreya 2. cuda bûn. Niha jî şert û mercên nû derketine holê. Qad berfireh bûye, gelek sazî û rêxistinên Ereb û ji gelên din tevlî bûne. Lewma em vê kongreyê dikarin weke kongreya jinûve ava bûnê binav bikin. Ji bo armanca vê kongreyê em diakrin bêjin ku wê hem xwe jinûve bi rêixstin bike, bernameyeke nû ava bike, hem jî li erk û wezîfeya xwe ya cewherî vegere.

Weke ku tê zanîn, dema bihurî gelek qad û rêveberî hatin avakirin. Rola TEV-DEM'ê di van rêveberiyan de hebû. Niha welê tê fêhmkirin ku mîna TEV-DEM desthilatdariyê temsîl dike. Halbûkî rastî ne welê ye. TEV-DEM wê ti carî nebe desthilatdar. Wê timî civakê birêxistin bike û şopdarê vê yekê be. Lewma ev pêvajo pêvajoya vegera li wezîfeya xwe ye. Kongreya 3. jî ji ber vê yekê gelekî girîng e.

Dema bihurî jî mîsyona TEV-DEM'ê bi heman rengî bû. Birêxistina civakê li ser bingeha demokratîk bû. Lê belê ji ber ku erk û wezîfe berfireh bûn û rêxistinbûneke din a van wezîfeyan bi cih bînin tine bû, her tişt li ser milê TEV-DEM'ê ma. Lê niha rewş guheriye. Yanî rêxistinbûn û sazî bi pêş dikevin. Weke ku tê zanîn, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û gelek rêxistin û saziyên din ên siyasî ava bûn."

'ARMANC, BIRÊXISTINKIRINA CIVAKA SIVÎL E'

Muslim bi bîr xist ku Kurd bi pêşengiya avabûna TEV-DEM'ê rabûn, lê bi demê re Ereb û gelên din ên Sûriyeyê cihê xwe di nav de girt û got, "Weke ku ji navê wê jî mirov fêhm dike, TEV-DEM tevgereke civaka demokratîk e. Ereb jî, Suryanî jî beşek ji vê civakê ne. Hem bi navê rêxistinên xwe, hem jî weke şexs bi navê xwe dikarin tevlî TEV-DEM'ê bibin. Rêxistinbûnên wan ên xweser hene. Bi vî rengî tevlî dibin. Tevgera Civaka Demokratîk niha bi hemû gelên li Sûriyeyê re eleqedar dibe û di nava xwe de vedihewîne."

'CIVAKA RÊXISTINBÛYÎ DIKARE HER TIŞTÎ BIKE'

Salih Muslim destnîşan kir, nêrîna wan a bingehîn ew e ku civaka rêxistinbûyî dikare her tiştî bike û wiha dewam kir: "Ji bo civak hîn çalak be û karibe îradeya xwe temsîl bike, pêwîstî bi rêxistinbûneke xweser heye. Qada 3. jî vê yekê temsîl dike. Qada 3. wezîfeyeke ku li ser milê TEV-DEM'ê ye. Bi vê kongreyê re dixwaze derbasî vê yekê bibe. Heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be."