‘Me birînên xwe pêça, êdî em ê Efrînê rizgar bikin’

Delegeyên ji Efrînê ku beşdarî kongreya TEV-DEM’ê bûyîn ev peyam dan; “Ji bo rizgarkirina Efrînê di her alî de me xwe birêxistin kiriye û bi teqez em ê Efrînê rizgar bikin.”

3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) didome. Tê payîn ku di kongreyê de biryarên girîng werin stendin û ji her herêma Bakurê Sûriyeyê tevlîbûn çêbû. Delegeyên Efrînê jî ji Şehbayê beşdarî kongreyê bûn.

Kongreyê kotaya 75 delegeyan dan Efrîniyan, lê Efrîniyan eleqeyek mezin nîşanî 3’emîn Kongreya TEV-DEM’ê da. Zêdetirî 100 Efrînî ji Şehbayê çûn Rimêlan beşdarî kongreyê bûn û piraniya wan jî jin in.

Delegeyên Efrînî yên beşdarî 3’emîn Kongreya TEV-DEM’ê bûyîn ji ajansa me re axivîn.

‘TEV-DEM’Ê GELEK TIŞT BI CIVAKA EFRÎNÊ DA QEZENCKIRIN’

Arîf Şêxo yê bi navê Ebû Dilo tê naskirin bal kişande ser civaka Efrînê û got civaka Efrînê civakeke bi rêxistinkiriye û wiha domand;

“Beriya 2011’an di nava civaka me de yekîtiyek, rêxistinkirinekî ya karker û ciwanan hebû. Lê rewşa rêxistinbûyînê qasî dihate xwestin şekîl ne girtîbû. Di sala 2011’an de me Kongreya Civaka Demokratîk ava kir. Li Cizîrê Kongreya yekem pêk hat û ez bi xwe jî beşdar bûn.

Civaka Efrînê hê bêhtir xwe birêxistin kir, di rastiyê de ji nû ve xwe birêxistin kir. Ji karker heta gundî, ji cotkar heta kesên zengîn hemû kesan xwe birêxistin kir. Ji bo vê jî hinek xebat hatin meşandin. Piştî 2011’ê ji hemû cihê Sûriyeyê ji Dera, Hûmûs, Îdlib û gelek cihên din bi hezaran mirovan berê xwe dan Efrînê. Me ev hemû himbêzkir, ji ber ku em civakekî rêxistinkirîne. Bi pêşengiya TEV-DEM’ê û di bin banê TEV-DEM’ê de me xwe birêxistin kir. Berê jî gelê Efrînê gelekî pêşketî bû lê TEV-DEM’ê gelek tişt ji bo vî gelî û rêxistinbûyî da qezenckirin.”

Arîf Mennan Mûhammed jî wiha axivî; “Li Efrînê di nava 7 salan de dibin banê TEV-DEM’ê de xebatên girîng hatin meşandin û kedeke mezin hate dayîn. Di avakirina meclîsan de, di avakirina komûnan de, komîteyên ku wezîfe girtîn ji hemû beşê civakê ji bo rêxistinbûyînê bû berpisyar û ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwe birêxistin dikirin. Ji ber vê jî yên ku ji Efrînê koçberî Helebê bûyîn carek din berê xwe dan xaka xwe û vegeriyan Efrînê. Li Efrînê li hemû cihan rêxistinbûyînek hebû. Hemû kesê berê xwe dida Efrînê. Ji ber ku rêxistina Efrînê nirx û wate dida mirov û ti ferq û cûdahî ne dixist nava civakan de. Ji ber vê çendê jî gelek xebatên mezin û bi nirx li vir hatin kirin.”

‘ME BIRÎNÊN XWE PÊÇA, EM Ê ÊDÎ EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN’

Arîf Mennan Mûhammed diyar kir ku li Şehbayê ji bo jiyana demokartîk rêxistinbûyîn didome û wiha domand; “Di pêvajoya dawî de dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên wê bi bêdengiya cîhanê êrîşî Efrînê kirin ku ev weke dewama komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo ye.  Armanca wan ew bû ku civaka birêxistinkirî ji mafê jiyanê bê par bihêlin û derbê lê bidin. Ji ber vê çendê jî dixwazin komploya li ser Rêber Apo li Efrînê bidin berdewam kirin.

Di dawiyê de weke tevger me gavek bi paş ve avêt û me gel li Şehbayê bicih kir. Dema em çûyîn Şehbayê şer giran bû û li Şehbayê me birînên xwe pêça, ji nû ve birêxistinbûyîneke bihêz, bi coşeke mezin hê bêhtir xwe birêxistinkirin û em ê Efrînê rizgar bikin. Em bi hêvîne ku ev kongre bibe wesîleya rizgarkirina Efrînê.”

‘EM Ê BI RÛHÊ BERXWEDANÊ BIRYARAN BIGRIN’

Delegeyê Efrînê yê bi navê Cîhan Mûhammed jî wiha got; “Em weke gelê Efrînê vê kongreyê bi rûhê ‘Berxwedana Efrînê’ lidardixin û em dibêjin em ê serbikevin. Hûn jî dizanin Berxwedana Efrînê ya 58 rojan ku dom kir da nîşandan ku gelê Efrînê bi rêya TEV-DEM’ê çawa xwe birêxistin kirîbû. Li Efrînê beriya dagirkeriyê TEV-DEM’ê gelek sazî û rêxistin ava kirîbû. Gel hemû rêxistinkirîbû.

Erdogan jî dizanî çawa gelê Efrînê birêxistin kiriye û ji ber wê jî êrîşî Efrînê kir. Ji perwerdê heta dîplomasiyê ji parastin heta hemû herêman me xwe birêxistin kirîbû. Ji ber vê çendê jî êrîşeke hovane li dijî Efrînê dan desptêkirin. Lê gelê Efrînê yê birêxisitinkirî berxwedan pêşxist. Em neçar man ji Efrînê derbikevin lê li nêzî Efrînê em berxwedana xwe didomînin. Ji bo em Efrînê ji nû ve rizgarbikin xwe birêxistin dikin. Em carek din di hemû qadan de xwe birêxistin dikin. Di vê kongreyê de carek din bi rûhê Berxwedana EFrînê wê biryarên girîng werin girtin û em bi hêvîne ku dîsan vegerin Efrînê.”