Cenazeyê şehîdê YPG’ê El- Şêx spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ûsam El-Şêx ê di 19’ê Tebaxê de şehîd bibû bi merasîmekê ji aliyê bi deha şêniyên herêma Kereman û gundewarên wê ve spartin axê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ûsam El-Şêx ê di 19’ê Tebaxê de şehîd bibû bi merasîmekê ji aliyê bi deha şêniyên herêma Kereman û gundewarên wê ve spartin axê.
Piştî cenazeyê şervanê YPG’ê Ûsam El-Şêx ji aliyê dehan kesî ve hate wergirtin bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Sêvdar a li gundê Cidêdat ve ketin rê.
Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmek ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate kirin.
Bi navê Saziya Malatên Şehîdan a Kerama endamê saziyê Îbrahîm El-Misrî û bi navê QSD‘ê Luqman Xelîl axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.
Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, cenazeyê şehdî El-Şêx bi tilîlî û dirûşman spartin axê.