Li herêmên dewleta Tirk dagir kirî rêyên mêtîngeriyê

Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ber bi herêmên li Sûriyeyê dagir kirî wê rêyekê çêbike.

Li gorî nûçeya El Monîtorê, dewleta Tirk piştî ku li Sûriyeyê dagirkerî kir û şûnde bi meclîsên avakirî re di nava têkiliyan de ye, plan dike ku van herêman bi Dîlok û Kilîsê ve bide girêdan wê rêyekê çêbike.

Hê buceya ku ji bo vê hatî veqetandin diyar nebûye. Li gorî nûçeya bi îmzeya Khaled el-Kahatep, Ala Hamad ê li buroya çapameniyê ya li deriyê sînor ê El Raî yê kar dike, têkildarî projeya mêtîngeriyê agahî da. Ala Hamad got: “Rêya dikeve rojhilatê El Raî yê wê 27’ê Tîrmehê temam bûye. Rêya ku bi qasî 3 mehan hate çêkirin, ji El Raî ya ji sînorê Tirkiyeyê ye heta El Babê dirêj dibe. Çêkirina rêya bi qasî 6 km bi desteka hikûmeta Tirk hatiye çêkirin.”

El Monîtor nivîsand ku niha kargehên Tirk ji bo ji deriyê sînor ê El Raî yê rêyeke ku navenda bajar, Ezaz û Cerablûs û bajarên din bike yek ketiye nava liv û tevgerê.

Di nûçeyê de bal hatiye kişandina ser armancên çêkirina van rêyan jî. El Moîntor wiha gotiye: “Avakirina rêyeke nû û ji bo lez gihandinê hem wê asankarî ji bo veguhestina madenan û hem jî wê eleqeya karsazên Tirk ên ber bi herêmên Kalkana Firatê ve zêdetir bike. Bi vî rengî girêdanên aborî yên bajarên dikevin başûrê Tirkiyeyê xurtir dibin.”

Yek ji fermadarên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê hatiye bicihkirin jî diyar kir ku projeyeke rê ya 20 km ku Mera a dikeve bajahiya bakurê Heleb û Ezazê jî heye.

Yek ji berpirsyarên xwecihî destnîşan kir ku rê wê El bab, Cerablûs, Ezaz, El Raî, Mera û Aktarîn bi hev ve bide girêdan û got: “Her wiha di navbera van bajar û rêyên derbasbûnê yên sînorên Bab El Selam û Cerablûs ên dikevin sînorên Tirkiyeyê de rêyên nû bên avakirin. (…) çêkirina rê ya ku tê plankirin di rojên pêş de destpê bike, wê hikûmeta Tirk bigire ser xwe lê navnîşana wê diyar nebûye.”