Çeteyên Enqerê li Efrînê sivîlan direvînin

Çeteyên rejîma Enqerê li Efrîna dagirkirî 2 sivîlên din jî revandin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji navenda bajar girtî, koma çeteyan a Eniya El Şam ya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîlên bi navê Rêzan Edilo û Ehmed Şêx Birîm revandin. Aqûbeta sivîlên ku li taxa Eşrefiyê hatin girtin nehate zanîn.

Li aliyê din koma çeteyan Helîme Mûse û Gûlê Nûrî yên ku ji gundê Meyîdanayê revandibûn berdan. Herdu sivîl ev 2 meh bûn winda bûn. Helîme û Nûrî yên hatîn berdan diyar kirin ku bi awayekî hovane şidet li wan kirine.

Hêzên dagirker hema bêje her roj li herêma Efrînê ku dagirkirine sivîlan direvÎne , êşkence dikin û mal û milkên wan talan dikin. Ji 20’ê Çile ve ku dema destpêkirina êrîşan re bi hezaran Efrînî ev êş kişandin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi rêk û pêk komkujî, înfaz, êşkence, xesp, talan, desdirêji û destavêtina jinan li herêmê dike û ev jî weke sûcên şer tên diyar kirin.