YPG’ê têkildarî çalakiyên li Efrînê hişyarî da

YPG’ê têkildarî çalakiyên li Efrînê yên li ser navê komên cuda cuda xwe pênase dikin agahî da û diyar kir ku li pişt her çalakiyên ku şervanên wan ên ji bo bidawîkirina dagirkeriyê ne û çalakiyên xwe li ser malpera fermî parve dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên li Efrînê yên li ser navê komên cuda cuda tên kirin û li ser tevnên civakî parvedikin hişyarî da.

YPG’ê bibîr xist ku ji çalakiyên hinek ji van koman diyar dibe ku peywendiyên wan bi îstixbarata Tirk re heye û destnîşan kir ku ew çalakiyên şervanên xwe li ser malpera fermî ya www.ypgrojava.org parve dikin.

Navendê têkildarî çalakiyan ev hişyarî da:

“Kiryarên dermirovane yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê pêk tînin, di demên dawî de zêde dibe. Bi taybet di demên dawî de him ev kom him jî hinek komên ku bi navên cuda cuda di hundirê Efrînê de çalakiyan pêk tînin û van çalakiyan bi rêya medyaya civakî parve dikin hene. Li gel agahiya ku hinek ji van koman bi îstîxbarata dewleta Tirk ve girêdayiye, ji rê û rêbazên ku tên bikaranîn jî tê fêmkirin ku pêwendiyek bi vî rengî heye. Ji ber vê em tekez dikin ku mafê gelê Efrînê û şervanên me yên YPG heye ku çalakiyan bikin bi rêbazên rewa ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser axa me.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwedî li hemû çalakiyên xwe derdikevin û li van çalakiyan li ser malpera xwe www.ypgrojava.org bi rayagiştî re parve dikin. Ji bilî van, ti çalakiyeke ku li ser navê me bi rêya medyaya civakî tê parvekirin ne çalakiyên me ne.”